Ebîr Hesaf: Di civînên Cinêvê de ajandeyên navneteweyî pêk hatin

Ebîr Hesaf diyar kir ku krîza Sûriyê ber bi berjewendiyên dewletên herêmê û cîhanê ve vegerî, da ku azarên gelê Sûriyê zêde bikin û got: "Civînên Cinêvê yên ku bi sponseriya navneteweyî û bêyî nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê li dar diketin, ajande û berjewendiyên navneteweyî bi kar dianîn.

Ebîr Hesaf: Di civînên Cinêvê de ajandeyên navneteweyî pêk hatin
Ebîr Hesaf: Di civînên Cinêvê de ajandeyên navneteweyî pêk hatin
Ebîr Hesaf: Di civînên Cinêvê de ajandeyên navneteweyî pêk hatin
Ebîr Hesaf: Di civînên Cinêvê de ajandeyên navneteweyî pêk hatin
1 nîsan, 2021   15:28
HESEKÊ

Saziya Êzîdîna bi hevkariya bi Karên Derên Derve yên Amerîkayê re yekemîn civîna xwe li bajarê Hesekê bi sernavê "Destûr Parastina me dike", ji bo mafên tevan pêk were, li dar xist.

Armanca vê projeyê ew e ku girîngiyê bidin xebata siyasî ya li Cinêvê û civaka herêmî bi hemû bûyerên ku li nava kaxizên NY’yê yên der barê danûnstandinên li ser pêşeroja çareseriya siyasî ya li Sûriyê çêdibin de, bidin naskirin.

Di civînê de çîna ciwan ji tevahî pêkhateyên li Hesekê, berdevka Saziya Êzîdîna Evîn Şêxmûs û Dr.Ebîr Hesaf amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/04/01/135644_abyr-hsaf.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Dr. Ebîr Hesaf axivî û di destpêkê de spasiya Saziya Êzîdîna li ser pêkanîna mîna vê çalakiya girîng kir, da ku nêrîn û pêşniyarên ji bo başkirina rewşa Sûriyê ya bê, civînên Cinêvê û xebatên wê yên 9’an li ser krîza Sûriyê, wergirin.

Ebîr Hesaf behsa civînên Cinêvê û destûran kir, her wiha welat û krîza li Sûriyê şîrove kir û wiha got: "Em wek pêkhate û gelên li Sûriyê têgeha welat lêkolîn kir. Her wiha li Sûriyê tevgera gel û xwepêşandan li dar ketin, piştre dewletên herêmê û cîhanê destwerdanê kir, da ku li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin û gelê Sûriyê bixin krîzeke kûr."

Ebîr Hesaf diyar kir ku ew hewl didin ji vê krîza bi der kevin û wiha domand: "Civînên Cinêvê yên bi sponseriya navneteweyî û neamadebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê li dar ketin, ji bo berjewendiyên navneteweyî li dar ketin."

Piştî wê, beşdaran li ser civînên Cinêvê û paşguhkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qedexekirina nûnertiya wan di civînan de, nîqaş kir.

Piştre bi rêya online mêvanên bi navên nivîskar û analîvanê siyasî Şoreş Derwîş û endamê komîsteya destûrê ya Cinêvê Dr. Dorsen Oskan beşdar bûn û û diyar kir ku divê xebata destûrê bi pêş keve, tevahî pêkhate beşdar bibin û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdarî civînê Cinêvê bibin.

Dûvre beşdaran hin pirs li ser girîngiya destûrê û pêşeroja Sûriyê kirin.

Civîn bi gelek daxwaz û xwestekan bi dawî bû; xwestekên siyasî, beşdariya ciwanan di meclisan de bi rêjeyeke diyarkirî, divê zêdetirî du caran heman serok ji bo desthilatê neyê hilbijartin, dem û qanûnên awarte werin diyarkirin, xwestekên aborî yên belavkirina adilane ji dewlemendiyan re, serxwebûna aborî, aktîfkirina rola ciwanan bi rêya pêkanîna dewreyên perwerde û alîkariya wan di pêşkêşkirina pêşniyar û însiyatîfan de, damezrandina komên ciwanan û dayîna derfetê ji ciwanan re da ku beşdarî wê bibin û xwetêrkirina ji aliyê aborî ve.

Her wiha xwestekên civakî û çandî, xwesteka wekhevî û necudahiya di navbera ol û çandan de, pêkanîna mafên perwerde û belavkirina zimanê dayikê di zanîngeh û dibistanan de, pêkanîna mafên nêrîn û nasnameya her welatiyekî/ê, beşdariya jin û ciwanan di biryarên siyasî de, garantiya tenduristî û civakî ji tevahî pêkhateyên heyî re, hatin kirin.

Ev civîn a yekemîn li bajarê Hesekê piştî 5 civînên li Qamişlo li dar dikeve. Dê di civînên bê de gelek beşên çapemenî, pêkhateyên herêmê, oldar, siyasetmedar û pêşengên civakê beşdar bibin.

(fr)

ANHA