Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Ekîto pîroz kir

Partiya Yekitiya Sûriyan bi beşdarûna pêkhateyên din ên kantona Qamişloyê cejna Ekîto pîroz kir.

1 nîsan, 2021   14:43
QAMIŞLO

Pîrozbahî bi tevlêbûneke girseyeke mezin a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gundê Girê Şêran ê dikeve başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM'ê, şandeyek ji Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, şandeyek ji PYNK'ê, cîgirê nûnerê DYA'yê yê taybet ji bo Sûriyê David Braunstein beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Koma Înana a dîlanên folklorî yên Suryanî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm axivî, cejna Ekîto li gelên herêmê pîroz kir û got:  "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê li hemberî êrişên dagirkirina herêmê û qirkirina gel û çanda wê sekinîn."

Bi navê Rêxistina Suryan a Çanda Demokratîk Dawud Dawud axivî û diyar kir ku cejnên Newroz û Ekîto destpêka jiyanê û jinûve vegera giyan e û wiha domand: "Li ser vî esasî em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê Suryan , Kurd û Erebî bi hev re çandên xwe belav dikin."

DAVID BRAUNSTEIN: BI HEV RE PÎROZKIRIN SERKEFTINA HERÎ MEZIN E

Cîgirê nûnerê DAY'yê yê taybet ji bo Sûriyê David Braunstein axivî û got: "Pîrozkirina bi hev re ya ji aliyê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina siyasî ya herî mezin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyan ve  ye, ku fikirên cuda hilgirtin û ya herî sereke rêgeza hevgirtin û yekitiya ji bo avakirina welat û Sûriyê ye."

Braunstein got, divê gel bi mîras û cejnên xwe ve girêdayî bin, ji ber çanda her pêkhateyekî nîşana resenbûna wê ye.

EBDULKERÎM OMER RÊVEBERIYA XWESER JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ JI DIYALOGAN RE AMADE YE

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer jî destnîşan kir ku hikumeta Sûriyê û îtîlaf hewl dide tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku xwe dispêre rêgezên jiyana azad û bi rumet û demokrasiyê têk bibe û got: "Rêveberiya Xweser di projeya xwe ya demokratîk de ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî de berdewam e û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê rêya diyalogan li pêşiya hemûyan vekiriye.

Bi navê Komîteya Jinên Asur, Sara Bersûm axivî û bal kişand ser rola jinan di serxistina şoreşa Bakur û Rojihlatê Sûriyê û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di hemû qadan de cihê xwe girtiye û bi azadî û demokrasî cejn û serslan pîroz dikin."

Sara Bersum diyar kir ku jin dê têkoşîna xwe ta rizgarkirina tevahî jinên cîhanê bidomîne

Piştre peymanên pîrozkirina cejna Ekîto yên TEV-DEM, Mala Êzidiyan a Tirbespiyê, PYNK'ê, Komeleya Suryan a li derveyî welat û ENKS'ê hatin xwendin.

Koma Yurtha û koma Lamita dîlanên xwe yên folklorî pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA