Li herêmên hêzên hikumeta Şamê pêngaveke li dijî DAIŞ'ê dest pê kir

Bi piştevaniya mezin a balafirên Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê pêngaveke li dijî DAIŞ'ê li beyarê rojhilatê bajarê Meyadîn da destpêkirin.

Li herêmên hêzên hikumeta Şamê pêngaveke li dijî DAIŞ'ê dest pê kir
1 nîsan, 2021   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava girtin û serdegirtinê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Bence heta bi herêma Fêda (Ibin Miwênix) dest pê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), beriya ku pêngav dest pê bike, ji duh ve gelek sewqiyetên mezin ku ji dehan leşker û erebeyên leşkerî pêk tên, gihiştin herêmê.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê gelek derbe li dijî herêmê pêk anîn û derbeyên dîtir li dijî herêma çiyayê Beşerî yê li bejahiya Dêrazorê li nêzî sînorê bi Reqayê re, pêk anîn.

Girêdayî mijarê, 6 balafirên rûsî bi nobetdarî cihên çeteyên DAIŞ’ê yên li beyara Sûriyê li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqa bombebaran dikirin û nêzî 15 derbe li nuqteyên çeteyan ên li beyarê pêk anîn.

SOHR’ê destnîşan kir ku di 26’ê vê Adarê de, di êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li nuqteyên beyara Eqêrat a bejahiya rojhilatê Hemayê 7 hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

(fr)