Bahoz Kobanê: Me li ser bingehê bangawaziyan ev operasyon li dar xist

Bahoz Kobanê di derbarê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de diyar kir ku heya niha ji sedî 90 plansaziya wan pêk hatiye û got: “Li ku derê zulm, tevlîhevî, xerabî, bangawazî û pêwîstî hebe em ê li wir bin û operasyonên pêwîst pêk bînin.”

Bahoz Kobanê: Me li ser bingehê bangawaziyan ev operasyon li dar xist
1 nîsan, 2021   07:49
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 Adarê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li dar xist û heya van kêliyan jî berdewam dike. Heya niha di encama operasyonê de gelek şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ’ê hatine girtin. Her wiha alavên kuştinê, cilên leşkerî, pergala teqemeniyê, tablet, telefon û leptop hatine desteserkirin.  Hejayê bibîrxistinê ye ku di nav vê operasyonê de 5 hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPJ û YPG cih digirin.  

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya kantona Hesekê Bahoz Kobanê ku cihê xwe di operasyona li kampa Holê de digire di derbarê geşadanên operasyonê yên dawî de ji ajansa me re axivî.

 ‘LI SER ESASÊ BANGAWAZIYAN EV OPERASYON HAT LIDARXISTIN’

Bahoz Kobanê destnîşan kir ku operasyona ku bi rê ve dibin beriya her tiştî operasyoneke mirovî ye û got: “Ji bo ewlekariya şêniyên kampê ye. Li ser bangawaziya rûspiyên herêmê, pênaberên kampê û  sivîlan ev operasyon hat destpêkirin. Di hundirê kampê de gelek buyerên kuştinê rû didan û rewşên xirab diqewimîn. Armanca operasyona me girtina hin çete û yên alikariya wan dikin e. Operasyona me beş bi beş bi pêş ve diçe.  Destpêkê em beşa dixin dorpêçê û pênaberên di beşê de li cihekî kom dikin.  Li cihê tên komkirin ji bo ewlehiya wan sicîlan digirin. Paşê jî em konan qontrol dikin. Heya niha baş derbas dibe.”

‘HEYA NIHA PENABER DI ARAMIYÊ DE NE’

Bahoz Kobanê anî ziman ku armanca ku ew dixwazin heya astekê pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Hinek çete û kesên ku alîkariya wan dikin me girtin e. Yên ku me girtine girêdayî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ne. Taybet yên ku destê wan di kuştina pênaberan de hene, agahiyên li ser kampê ragihandin û yên ku tevlîhevî derdixistin e. Hemleya me dê heya kontrolkirina tevahî kampê berdewam bike. Ji bo şêniyên di hundirê kampê de bi ewlehî bijîn em tevdigerin. Beriya çend mehan penaberên li kampê di nav tirsê de dijiyan û nikarîbûn rehet tevbigeriyana. Piştî operasyona ku me dest pê kiriye penaber bi aramî tevdigerin.  Em erebeyên ewlehiyê alîkariya koçber û penaberên temenmezin û astengdar dikin.”  

‛ENDAMÊN EWLEHIYA KAMPÊ ÇAWA DIHATIN HEDEFGIRTIN?’

Bahoz Kobanê bal kişand ser alavên kuştinê û tunelên ku dîtine û got: “Me Hin tunel dîtin ku çeteyan ew ji bo çûn û hatinê bi kar dianîn. Hin tiştên xwe tê de vedişartin.  Armanca me ew e ku em kampê bi giştî têxin bin kontrolê. Di encama operasyonê de hin cilên leşkerî, guleyên çekan ên çeteyan hatin girtin û ew jî niha di destê me de girtî ne. Bi van cilên leşkerî li dijî endamên ewlehiya kampê êriş pêk dianîn.  Ev çeteyên ku me girtine jixwe di lêpirsînê de jî sûcên xwe îtîraf dikin.  Gelek konên zêde jî hatine dîtin. Van konan ji bo ku kamp nekeve kontrolê vegirtine û bi taybet ji bo çêkirina civîn, perwerdeyan bi kar tînîn. Di wan konan de xwe bi rêxistin dikirin. Ji bo em hîn zêdetir li ser kampê kontrolê ava bikin me ew kon jî desteser kirin.”

‘LI KU DERÊ ZULM Û TEVLÎHEVÎ HEBE EM Ê LI WIR BIN’

Bahoz Kobanê diyar kir ku ji bo koçber û penaberan di operasyonê de saetên guncav diyar kirine. Bahoz Kobanê eşkere kir ku heya bidawîkirina kontrola konan pêwîstiyên xwarin û vexwarinên penaberan jî pêk tînin û wiha berdewam kir: “Piştî kontrolê koçber û penaber vedigerin konên xwe. Heya niha jî bi kêfxweşî vê operasyonê pêşwaz dikin ku tu pirsgirêkên mezin derneketine. Plansaziyên me sedî 90 pêk hatine. Ger banga gelê herêmê, koçber û penaberên kampê hebe dê operasyonên me yên wiha berdewam bikin, da ku em şaneyan bigirin. Li ku derê zulm, tevlîhevî û xerabî hebe em ê li wir bin. Ne tenê kamp li ku derê hebe emê li wir jî di operasyonên di cih pêk bînin. Operasyonên me li ser bingehê paqijkirina şaneyên veşartî ye.”

ANHA