Li bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîn

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî serê sibehê mayînek bi erebeyekê ku tê payîn a çeteyên dewleta Tirk e de teqiya.

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîn
1 nîsan, 2021   07:34
ŞHEBA

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê, teqîn li taxa Vêlat ya bajarê Efrînê yê dagirkirî pêk hatiye.

Çavkanî da zanîn ku tê texmînkirin ew erebeya ku mayîn pê de teqiyaye ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker be, lê di derbarê ziyanên canî de tu agahiyên zelal nedan.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, buyerên kuştin, revandin, destdirêjkirin, dizî, talan û tevlîheviyên ewlehiyê û sûcên cur bi cur ji aliyê çeteyan ve bê navber dewam dikin.

ANHA