Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Ekîto sembola jiyana azad û nûkirinê ye

Meclisa Leşkerî ya Suryanî Cejna Ekîto li hemû gelên herêmê û şervanan pîroz kir û got: “Ekîto sembola jiyana azad û nûkirinê ye.”

Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Ekîto sembola jiyana azad û nûkirinê ye
1 nîsan, 2021   07:43
 HESEKÊ

Îro (1`ê Nîsanê) sersala gelê Asûr e. Gelê Suryan-Asûr-Keldan vê cejnê pîrzo dikin û wekî sersala nûkirinê dihesibînin.

Bi vê boneyê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî dauxyaniyek ji raya giştî re parve kir û ev cejn li hemû gel û pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Asûr-Suryan-Keldan her sal di 1`ê Nîsanê de li Mezopotamyayê Cejna Ekîto pîroz dike û wiha dewam kir: “Bi vê boneyê gelê me li ser xaka xwe ya dîrokî Mezopotamyayê sala 6771`an a nûkirinê pîroz dike. Ekîto her tim sembola jiyanê û nûkirinê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Cejna Ekîto îsal bi xwe re serkeftinên dîrokî anîn. Meclisa Leşkerî ya Suryanî ji destpêka damezirandina xwe ve sembola berxwedanê bû, erkên xwe bi berpirsiyarî pêk anî, li hemberî dijminahiya li dijî vê xaka dîrokî li ber xwe da û li hemberî hemû regnên terorê sekinî.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Cejna Ekîto nîşaneyên çandî û dîrokî temsîl dike û bi xwe re nîşaneyên xêrê ji bo xweza û jiyanê tîne. Ev cejn yek ji nirxên mezin e ku gelê me ji beriya bi hezaran salan ve li herêma Mezopotamyayê ava kiriye û heta roja îro wan nirxan diparêze û her salê nû dike. Bi vê yekê dîrokê bi dema niha vê girê didin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî vê cejnê li gelê Suryan-Asûr-Keldan, hemû gelên herêmê û cîhanê, hemû pêkhateyan, şervanên hêzên leşkerî û bi taybetî li malbatên şehîdan pîroz dike. Em saleke ji hezkirin, aştî û serfiraziyê hêvî dikin. Sersala we pîroz be.”

(cx)

ANHA