Şanoya "Madeya Sêyem" li ser dikeya Şehîd Yekta Herekol hate pêşandan

Îro li ser dikeya Şanoyê ya mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol a, koma Til Koçerê ya Şanoyê, şanoya"Madeya Sêyem" pêşkêş kir.

Şanoya "Madeya Sêyem" li ser dikeya Şehîd Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya "Madeya Sêyem" li ser dikeya Şehîd Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya "Madeya Sêyem" li ser dikeya Şehîd Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya "Madeya Sêyem" li ser dikeya Şehîd Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya "Madeya Sêyem" li ser dikeya Şehîd Yekta Herekol hate pêşandan
31 adar, 2021   17:39
QAMIŞLO

Ji rêzeçalakiyên mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol, îro li ser dikeya şanoyê ya Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê şanoya bi navê "Madeya Sêyem" ku koma Til Koçerê ya şanoyê pêşkêş kiriye, hate pêşandan.

Koma şanoyê ji 11 lîstikvanan pêk dihat, Nazim Hikmet şano nivîsand û derhuner Abdulhadî Îbrahîm e û 30 deqeyî li ber xwe da.

Naveroka şanoyê ew e ku peyameke zanînê li ser şîrketên cîhanê (çîna kapîtalîst) bide. Ji ber ew hewl didin rewşenbîr û pisporan keysbaz bikin û bi kar bînin û mejiyên zana yên ku dikevin xizmeta civakê bi rêya ferzkirina desthilatiya xwe çi bi pere yan jî bi tirsê dibe, têk bibin.

Piştî şano bi dawî bû, beşdaran diyar kir ku tevî derfetên kêm ên koma navçeya Til Koçerê ya Şanoyê,  lê dîsa jî cihê xwe di mihrîcana Şehîd Yekta Herekol de girt.

Çalakiyên mîhrîcanê heta 6`ê meha Nîsana bê berdewam in û dûvre komîteya nirxandinê ya taybet bi mihrîcanê dê şanoya serkeftî diyar bike.

(eh)

ANHA