Kazimî ji bo îmzekiirna gelek peymanan li Siûdiyê ye

Îro serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî gihaşt Riyadê û ji aliyê waliyê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan di hevdîtinê de îşaret bi girîngiya zêdekirina hevkariya di navbera her du welatan de kir.

Kazimî ji bo îmzekiirna gelek peymanan li Siûdiyê ye
31 adar, 2021   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser asta meclisa hevkariya di navbera her du welatan de civîn hatin lidarxistin û di qada aborî, bazirganî, aborî, çandî û çapemeniyê de 5 peyman hatin îmzekirin.

Şandeya iraqî ji berpirsên parêzegehên bi ser sînorê Siûdiyê ve, pêk hat û di serdanê de lêkolîna li ser zêdekirina deriyên sînorî yên di navbera her du welatan de hat kirin.

Kazimî gihaşt Riyadê û ji aliyê Mihemed Bin Selman ve hate pêşwazîkirin.

(eh)