Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in

Li kantona Qamişlo û navçeya Eyn Îsayê çalakiyên cur bi cur ên bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan hene, jê jî lidarxistina pêşangeha wêneyên rêber Ocalan li Qamişlo û pêşandana sînevîzyonê li navçeya Amûdê ya Qamişlo, her wiha lidarxistina pêşangeha destekariyan û pirtûkên rêber Ocalan li Eyn Îsayê ye.

Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan çalakî berdewam in
31 adar, 2021   15:38
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku bi boneya rojbûna rêber Ocalan li dar dikevin de, Kongreya Star pêşangeheke wêne û pirtûkên rêber Ocalan li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar xist û li Amûdê jî sînevîzyonek li ser têkoşîna rêber Ocalan û avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê hate organîzekirin.

Pêşangeh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi diruşma"Dem dema azadiya rêber Ocalan e" li dar ket, tê de endamên saziyên sivîl, leşkerî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.

Li pêşangehê tabloyên wêneyên rêber Abdullah Ocalan dema ku bi gel re bû, hin wêneyên rêber Oxalan ên bi dayik û zarokan re dema ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, hatin pêşandan.

Her wiha hin pirtûk û parêznameyên rêbert Apo jî hatin pêşandan û bi armanca belavkirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, parêzname  li beşdaran hatin belavkirin.

Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Semer Hisên dema beşdarî pêşangehê bû axivî û got: "Rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo me ji rojên girîng e, rêber Ocalan pêxember e û jinên Kurd û Ereb ji bindestiyê, paşguhkirinê û newekheviyê rizgar kir."

Semer Hisên ev yek li gotina xwe zêde kir: "Em beşdarî vê pêşangehê bûne da ku hin pirtûkên ku wek diyarî dane me bi dest bixin. Da ku pirtûk guhartinekê di zihniyeta me ya bi salan çêke û ji  bindestiyê ber bi serdema ronahiyê, pêşangtiyê û birêvebirina civakê ve biçin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Jinan a PYD`ê Neîma Hesen axivî û diyar kir ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê rojeke dîrokî ye û ev yek lê zêde kir: "Roja 4`ê Nîsanê ji bo hemû gelan, nexasim ji bo jinan xwedî nirxeke mezin e di heman  demê de rojbûna rêber Ocalan rojbûna azadiya jinan e."

Di heman çarçoveyê de û di çarçoveya rêzeçalakiyên ku bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan li dar dikevin de, Kongreya Star a Meclisa navçeya Amûdê sinivîzyonek der barê têkoşîna rêbertî de pêşand.

Endamên saziyên sivîl, endamên Kongreya Star û gelek şêniyên navçeyê beşdarî sinivîzyonê bûn.

Destpêkê deqeyeke rêz hate girtin, piştre têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan ji zarokatiyê heta bi qonaxên xwendinê, têkoşîna wî û damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê sinivîsyonek hate pêşandan.

Piştî sivisîzyonê hin kesên ku bi rêber Ocalan re civiyabûn, axivîn û diyar kir ku destkeftiyên ku gelê azadîxwaz bi dest xistine bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in.

Axîveran da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan wêrek e, nûnertiya fikirê azad dike û hewl dide civakê ji bindestiya ku dewletên kapîtalîst li ser daye meşandin, rizgar bikin . Di dawiyê de banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin, û li pey siyasetên derve yên ku dixwazin destkeftiyên wan têk bibin, nemeşin û li hemberî siyaset û komployên li dijî we xwedî helwest bin.

Roja 4`ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ku di sala 1948`an de hatiye dinê ku kesayet û fikirê wî yê rizgarîwer li dijî zordanan şoreşeke rasteqînî çêkir.

EYN ÎSA

Bi boneya 4`ê Nîsanê  Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa pêşangeha parêznameyên rêber Abdullah Ocalan û karên destan vekirin.

Hemû jinên karker ên komîteyên meclisên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de karên destan ên ji çanda herêmê û neqşên li ser caw ji bo bikaranîna li malê, ku têkoşîna jinan nîşan dide û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

 Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Kongreya Star bi boneya nêzbûna rojbûna rêber Ocalan li dar dixe de, ev pêşangeh hate lidarxistin.

(eh)

ANHA