Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"

Îro Nivîsgeha Jinan a MSD`ê bi tevlêbûna bi dehan jinên herêmê semînerek bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê" orgenîze kir.

Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"
Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"
Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"
Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"
Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"
Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"
Li Reqayê semînera bi navê "Di dirêjahiya dîrokê de têkoşîna jinan li Sûriyê"
31 adar, 2021   15:34
REQA-RUBE EL-ELÎ

Semîner li navenda Meclisa Jinan a Sûriyê hat dayîn. Tê de kurtejiyana jinên têkoşer di dirêjahiya dîrokê de hat bibîrxistin. Beşdaran “her jineke têkoşer wek navgîna ku xêzên dîrokê digihîne hev” bi nav kir.

Çalakvana civakî Edle Muslim ku ji bo dayîna semînerê hatiye vexwendin, behsa dîroka têkoşer Zekiye Henano û fedekariyên wê ji bo pêkanîna armancên birayê xwe Îbrahîm Henano kir.

`PÊŞENGIYA TÊKOŞÎNAN JINAN KIR`

Edle got: “Zekiye Henano bi awayekî veşartî têkilî bi kesayetên nîştimanî (welatparêz) yên navdar re datîna, propaxandaya şoreşê dikir û pêşengiya xwepêşendanên jinan dikir. Dema birayê wê hat girtin, bi rêya nameyên ku dikirin nava xwarina wî, agahî didan wî û heta dawiyê bi birayê xwe re tê koşiya.”

`NAZIK EL-ABID RÊGEZEKE ŞOREŞGERÎ DANÎ`

Edle di berdewama semînerê de dîroka jinên têkoşer ên ku navên wan di dîrokê de nehatin nivîsandin şîrove kir di nav de Nazik El-Abid û wiha berdewam kir: “Wê demê bi nêrîna xwe, bû dengê jinan. Kovara Erûs ku di 1935`an de hatiye destxistin, ji bo belavkirina fikirên xwe kir minber. Ji ber ku rewşa welatê xwe şîrove kir û ji ber nêrînên xwe rojnameyên Erebî wê bi jineke wêrek û Can Darak El-Ereb bi nav kir.”

Edle destnîşan kir ku Nazik ji bo ku jin mafê dengdayînê bi dest bixe gelek gotar di bin navê Nûr El-Feyha nivîsandine û ew gotar di gelek kovarên mîna Lîsan El-Ereb û El-Erûs de hatine weşandin. Edle diyar kir ku Nazik di gotarên xwe de banga rigarkirina jinan kir û Komeleya Jinên Şamî ava kir.

`DI TEMENÊ XWE YÊ BIÇÛK DE PÊŞENGIYA ŞOREŞÊ KIR`

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Sûad El-Kurdî behsa dîroka têkoşîna Meqbûle El-Şaq kir û dîroka wê ya demdirêj a li hemberî mêtîngeriyê bi bîr xist. Sûad got Meqbûle yekemîna jina ku tev li xwepêşendanan dibe ku li Şamê hatin lidarxistin, wê demê hîna 16 salî bû û di xwepêşendanê de li dijî mêtîngeriyê axivî. 

Sûad wiha berdewam kir: “Bi komleya Yeqaza ya Şamî re kar dikir. Piştî destwerdana sêalî tevî şandeya Sûriyê serdana bajarê Borseîd kir. Li wir du helbest vegotin ku kêfa şoreşgeran û berpirsên mezin jê re hat.”

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk Zebiye El-Nasir di semînerê de axivî û fedekariyên Marî El-Ecemî destnîşan kirin û wiha pê de çû: “Marî El-Ecemî navê xwe wek girîngtirîn çalakgerên tevgera jinên Sûriyê di dîrokê de xêz kir.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, beşdarên semînerê nêrînên xwe der barê têkoşîna wan jinên têkoşer de rave kirin û bi rewşa jinan a niha re dan ber hev. Jinan rola pêşeng a jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jina şervan silav kir ku li hemberî çeteyên DAIŞ û dagirkera Tirk li ber xwe dide.

(şx)

ANHA