Xwendevanên serkeftî yên Dibistana Şehîd Cahîde Ronak hatin xelatkirin

Dibistana Amadehiyê ya Şehîd Cahîde Ronak a keçan a Tirbespiyê karname li xwendevanan belav kirin û xwendevanên serkeftî xelat kirin.   

Xwendevanên serkeftî yên Dibistana Şehîd Cahîde Ronak hatin xelatkirin
Xwendevanên serkeftî yên Dibistana Şehîd Cahîde Ronak hatin xelatkirin
Xwendevanên serkeftî yên Dibistana Şehîd Cahîde Ronak hatin xelatkirin
Xwendevanên serkeftî yên Dibistana Şehîd Cahîde Ronak hatin xelatkirin
31 adar, 2021   12:51
QAMIŞLO

Rêveberiya Dibistana Şehîd Cahîde Ronak a navçeya Tirbespiyê ji bo nirxandina werza yekemîn a sala xwendinê ya 2020 -2021`an şahiyek li dar xist û xelat li xwendekarên serkeftî belav kirin.

Mamoste Henî El-Elawî diyar kir ku ew xwendekarên serkeftî xelat dikin da ku xwendevanên din jî werin teşwîqkirin.  El-Elawî da zanîn ku ezmûnên devkî, beşdarbûna di waneyan de, dîsîplîna xwedevanan û ezmûnên werza yekemîn ji bo nirxandinê esas girtine û got: "Ev sîstem li ser hemû dibistanên Sûriyê gaveke nû ye."

Li Dibistana Şehîd Cahîde Ronak zêdetirî 250 xwendevanên keç dixwînin.

ANHA