Li Kobanê pêşangeha parêznameyên rêber Ocalan

Bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” Kongreya Star li Kobanê bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk pêşangeheke parêzname û analîzên rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kir.

Li Kobanê pêşangeha parêznameyên rêber Ocalan
31 adar, 2021   12:43
 KOBANÊ

Pêşangeh li hola Kongerya Star a li bajarê Kobanê tê lidarxistin û bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û têkoşeran hate xemilandin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên kantonê, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajar beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de, zêdetirî 200 parêzname û analîzên rêber Abdullah Ocalan bi zimanên erebî û kurdî û hejmareke pirtûkên têkoşeran wekî Hisên Çawîş, tên pêşandan.

/kr/uploads/files/2021/03/31/124524_-2.webp

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Hedle Hesen diyar kir ku pêşangeh di çarçoveya çalakiyên ji bo rojbûna rêber Ocalan de pêk tê. Hedle destnîşan kir ku armanc ji pêşangehê ew e ku derfetê bidin xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê da ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan û analîzên wî yên taybet bi jinan, bixwînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/viuZlPByxkU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>