Hêzên Antî-Teror li Deşîşe 3 DAIŞ`î girtin

Hêzên Antî-Teror ên QSD`ê li herêma Deşîşe 3 endamên şaneyên DAIŞ'ê girtin û miqdareke çek û cebilxaneya bi wan re desteser kirin.

Hêzên Antî-Teror li Deşîşe 3 DAIŞ`î girtin
31 adar, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ji ANHA`yê re ragihnad ku hêzên Antî-Teror ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma Deşîşe ya girêdayî Hesekê, 3 endamên şaneyên DAIŞ'ê ku destê wan di bûyerên kuştinê û teqînan de heye girtin.

Li gorî heman çavkanî, navên çeteyên ku hatine girtin wiha ne: "Osman Îd El-Ehmed (Ebû Teym) sala 1986`an hatiye dinê û ji gundê Selo yê Dêrazorê ye, Abdullah Ehmed El-Xelef (Ebû Necim) sala 1973`an hatiye dinê û ji gundê El-Hirêce ye, Şahir Hesen El-Xelef (Ebû Hemze) sala 1975`an hatiye dinê û ji gundê El-Hecnê ye."

(dx)

ANHA