​​​​​​​Di operasyona li Holê de pergaleke teqemeniyê hate desteserkirin

Îro di operayona li Kampa Holê de pergalek teqemeniya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn veşartin ji aliyê hezên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

​​​​​​​Di operasyona li Holê de pergaleke teqemeniyê hate desteserkirin
30 adar, 2021   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona li Kampa Holê ku ji aliyê Hêzên Ewlekarîya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya sêyemîn de didome. Di roja sêyemîn a operasyonê de pergaleke teqemeniyê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû veşartin hat dîtin û hate desteserkirin.

Endamên çeteyên DAIŞ’ê berê jî di kampê de bi van teqemeniyan û bi hin amûrên cûda ve gelek kes qetilkiribûn.

Hêzên ewlekariyê di roja sêyemîn a operasyonê de di hundirê konan de tunelek û cilên leşkerî jî bi destxistibûn. Her wiha îro di operasyona ku hat kirin de hin fîşekên çeken kaloşnîkof hatibûn dîtin û dîsa hin telefon, tablet û laptopê çeteyan jî hatibûn desteserkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5sxyjaxaJS8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>