Di Operasyona Di Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de xebatên lêgerînê li 3 beşan bi dawî bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyona kontrolkirin û lêgerînê li beşên Duyemîn, Sêyemîn û Heftemîn ên kampa Holê bi dawî kirin. Di encama lêgerînê de 14 DAIŞ'î û 11 jinên DAIŞ'î kesên ku pêkanîna sûcên qetilkirin û derxistina tevliheviyê tawanbar in, girtin.

Di Operasyona Di Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de xebatên lêgerînê li 3 beşan bi dawî bûn
30 adar, 2021   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Şemiya borî li kampa Holê dane destpêkirin, di roja 3'yemîn de bi dawî bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro (Roja sêyemîn a operasyonê), di saetên sibehê de dest bi operasyonê lêgerînê li beşên Duyemîn, Sêyemîn û Heftemîn ê li kampê dabû destpêkirin, ev yek piştî ku ev beş ji beşên din ên kampê hatin cûdakirin, pêk hat.

Kamp ji 8 beşên serek pêk tê ku tê de 60 hezar kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û kesên biyanî hene. Her wiha malbatên DAIŞ'ê tê de hene, ji ber vê yekê wekî xetertirîn kamp li cîhanê ye.

Hêzên ewlekariyê, vê êvarê xebatên lêgerînê li her sê beşan bi dawî kir, di encamê de 14 DAIŞ'î 11 jinên DAIŞ'î ku sûcên qetilkirinê pêk anîn û girêdayî şaneyên di hundirê kampê de ne girtin.

Her wiha xebatên nûkirina belgeyên ser niştecihên kampê hîna berdewam in. Ji roja yekemîn a operasyonê ve hate niha belgeyên 11 hezar û 747 kesan jêrî 15 salî hatin nûkirin.

Hêzên Ewlekairya Hundirîn li derdora her sê beşên navborî lêgerînê dikin û bi cîhazan çek û teqemeniyan keşif dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kongreyeke çapemeniyê domandina operasyonê ragihand, di encamê de 53 DAIŞ di nav de 5 berpirsên şaneyan girtin.

ANHA