​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan

Di roja 5'an a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekok a Şanoyê ya 5'emîn de, Koma Jiyan şanoya xwe ya "Derî" pêşkêş kir.

​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan
​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan
​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan
​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan
​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan
​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan
​​​​​​​Di roja 5'an de şanoya  "Derî" hate pêşandan
30 adar, 2021   18:40
QAMIŞLO

Nivîskarê şanoya "Derî" Nîzar Nîzaryan e, amadekar û derhênerê wê Abdulcabir Hebîb e. Şano ji 4 lîstikvanan pêk tê.

Şano balê dikişîne ser rewşa aştî û aramiyê û mijulbûna mirovan bi karê xwe ve. Piştî ku teqînek rû dide rewşa aram vediguhêze şer û koçberiyê. Du lîstikvan (Bav û keça xwe) li deriyên girtî didin anku deriyê edalet, wekhevî, mafên zarok û jina, mafê diyarkirina çarenûs û mafê azadiyê, bêyî, lê bê sûd e.

Piştre dîmen tê guhertin û balê dikişîne ser hesnikarekî ku dengê çakûçê wî ji dûr ve tê bihîstin, bi westandin karê xwe diqedîne. Bi vê re firîşteyên xêr û qenciyê mudaxe dikin û hêviyekî jê dixwazin da ku bi cih werin. Hesinkar rêvebirina desthilatê, aramî û aştiyê dixwaze.

Bi demê re firişteyên xirabiyê tê dighêjin ku kesek heye ku li pey van tevliheviyan e û hewl didin wî têk bibe ku xema wî ewlehî û aştî li welat pê were. Lê hemû hewldanên wan têk diçin.

Piştî nakokiyên di navber qencî û xirabiyê de, xirabî bi kuştina hesinkar bi ser dikeve.

Piştî pêşandana şanoyê, beşdaran nirxandinên xwe anîn ziman.

Mîhrîcan dê heta 6'ê Nîsanê dewam bike.

ANHA