Ekîto mîraseya şaristanî û dîrokî nû dibe

Şoreşa 19’ê Tîrmehê rihê cejna Ekîto ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kir. Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê got, yê ku mîras û çanda herêmê ji têkçûnê parastiye û ji nû ve vejandiye, têgeha neteweya demokratîk e.

Ekîto mîraseya şaristanî û dîrokî nû dibe
31 adar, 2021   00:43
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Her salê 1’ê Nîsana, sersala Babilî ya Asurî ye û bi cejna Ekîto ya babilî ya Asurî tê naskirin. Li gorî çavkaniyên dîrokî, cejna Ekîto ya ku asurî, suryanî û keldanî pîroz dikin, boneyên herî kevn e ku dîroka wê vedigere 6771 sal.

Ekîto yek ji cejn û mîhrîcanên olî ya civakî ya gelêrî ya herî kevn û cîhanî ye. Cejna Ekîto di serdema Somerî de li gorî rola şînkayiyê ya mewsima çinîn û tovan dihat pîrozkirin û nîşaneya destpêka salê bû.

Ji ber pîroziya cejna Ekîto, salnameya asûrî di Nîsanê de dest pê dike û di Adarê de bi dawî dibe. Rêûresmên wê di 21’ê Adarê heta 1’ê Nîsanê tên kirin, di her rojekê de şêweyekî pîrozbahiyê heye. Cejna Ekîto sembola jidayikbûn, mirin û jiyanê ye.

Arkeolog Hikmet Beşîr ku master di beşê şûnwaran de wergirtiye, di lêkolînekê de wiha dibêje: "Cejna Ekîto angaşt olî ya gel û şaristaniya Mezopotamyayê ji zêdetirî 2500 sal bedew dikir. Ji ber ku tê de pîrozbahî, sembolên olî, efsanewî, civakî û siyasî bi şêweyekî nenormal hebûn. Hêza her rêûresmekê di karîgeriya sembolên wê, naveroka wê ya civakî û şiyana wê ya guherînê de ye."

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê-şaxê Qamişlo Hena Somî li ser rêûresmên şahiya cejna Ekîto di kevn de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tevahî qiral xwe ji bo şahiya cejna Ekîto li Babila mezin amade dikirin û wiha got: "Rêûresmên bedew di cejna Ekîto de hebûn. Qiral li ser erebeya xwe bû û gel guhên wî dikişandin. Ew jî nîşaneya ku divê qiral guh bide gel e û divê gotina gel were bihîstin û gel ê herî pîroz e. Qiral jî guh dida gel û ji gel re digot li şûna min rûnin."

RASTIYA DEREWA NÎSANÊ

Hena Somî li ser hûrgiliyên cejna Ekîto û nîşaneya wê wiha berdewam kir: "Piştî ku gel li şûna qiral rûdine, qiral di nava girseya gel de winda dibe û li Babilê tevlihevî çêdibe, di 1’ê Nîsanê de qiral tê dîtin û şahî li herêmê tên lidarxist. Derewa Nîsanê jî ji vir tê. Anku qiral ne bi rastî winda dibe, lê windabûna wî bi xwe lîstokek bû."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beriya şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an, Suryan, Asur û Keldanan di dêran an jî cihên çandê de şahiyên cejna Ekîto li dar dixistin. Ji ber ku rejîmên dîktator nedihiştin cejn bi awayekî dirust eşkere bibe, ji ber girîngiya wê hebû. Cejna Ekîto ne tenê cejneke olî ye, di heman demê de girêdana wê bi çand û mîrasê re heye, her wiha dibe piştevan ji xurtkirina têkiliyên hezkirin, hevgirtin û girêdana di navbera pêkhateyên herêmê de.

Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê û damezrandina Rêveberiya Xweser, êdî dik û cihên şahiyên Ekîto çêbûn û tevahî pêkhateyên herêmê ji Kurd û Ereb pîroz dikin.

Hena Somî behsa şahiyên cejna Ekîto ku li herêmê çêdibûn, kir û wiha pê de çû: "Berê anku beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê, tu şahî mîna îro li dar nediketin. Bi rastî îro û di bin banê Rêveberiya Xweser de dik, cih û parastina me heye. Ev yek rihê hevgirtin û girêdana di navbera çandên herêmê de îsbat dike."

Hena Somî destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Asur û heta beriya sedsala 10’an anku beriya derbasbûna Osmanî li hermê, yek bûn û wiha berdewam kir: "Ji dema Tirk hatine ve, dest bi qetilkirina xiristiyaniyan kirin. Di sala 950’î de karê Ehmed Bin Selcûq qetilkirina xiristiyaniyan û rêxistina êrişên li dijî mezinên me yên ku ji bo hecê ji Mezopotamaya diçûn Qudisê, bû."

JI NÛ VE TÊKILIYÊN KEVN HATIN VEJANDIN

Hena Somî diyar kir ku gelên herêmê têkiliyên kevn di navbera xwe de ji nû ve xurt dikin û niha tevahî pêkhate di boneyan de bi hev re kom dibin, mîna olî, çandî û civakî û wiha axivî: "Bi rêya Rêveberiya Xweser me yekitiya nîştimanî, civakî, çandî, zanînî û exlaqî vejand."

Somî bang li tevahî pêkhateyên Sûriyê û gelên li Rojhilata Navîn kir ku li dora şêniyên herêmê bicivin û wiha got: "Em ji şêniyên Sûriyê û Rojhilata Navîn re dibêjin li Babila nû vegerîn ku tê de tevahî pêkhate şahiyên Newrozê û Ekîto li dar dixin."

Hena Somî da zanîn ku yê ku pêkhateyên herêmê li nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye yek, têgeha neteweya demokratîk e ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û got:" Ne ji fikireya neteweya demokratîk bûye, dê heta niha kuştin li Sûriyê berdewam bûya."

Hena Somî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me di dirêjahiya dîrokê de piştevaniya projeya xwe ya çandî û siyasî mîna piştevaniya fikireya neteweya demokratîk, nedîtiye."

Niha komên gelêrî û folklorî yên asûrî, suryanî, kurdî û erebî xwe ji bo şahiya cejna Ekîto li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dikin.

(fr)

ANHA