Nivîsgeha Parastina Zarokan a Hesekê 4 zarok radestî malbatên wan kirin

Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya Hesekê 4 zarok radestî malbatên wan kirin, li gel wê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê giştînameyek temenê xebatê ji bo zarokan derxist.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Hesekê 4 zarok radestî malbatên wan kirin
30 adar, 2021   15:39
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya Hesekê  berpirsê fermî yê parastin û piştevaniya zarokan li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û birêvebirina tevahî bernameyên girêdayî zarokan e, armanca wê parastina zarokan û piştevaniya wan li gorî pîvanên navnetweyî yên herî baş e.

Li gorî peymanên navneteweyî yên di navbera NY’yê, Rêveberiya Xweser û QSD’ê de ya der barê qedexekirina leşkerkirina kesên temenbiçûk de, îro, Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya Hesekê 4 zarok radestî malbatên wan kirin.

4 zarok hatin radestkirin; M E, E M, E A û N H. Piştî ku komîteyê ji belgeyên qanûnî piştrast bû ku ew zarok kêmî sala qanûnî ne, bi beşdariya malbatên wan û Hevserokatiya Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya Hesekê Xalid Cebir û Merwa Abdullah, endamên Nivîsgeha Agadariyan û Qanûnê yên Hêzên Erka Xweparastinê, zarok hatin radestkirin.

Di dema radestkirina zarokan de, Xalid Xebir da zanîn ku ew li gorî peymanên navneteweyî dixebitin, bi taybet peymanên ku bi NY’yê re hatine îmzekirin û wiha got: "Êdî parastina zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyek e û divê tevahî tedbîrên guncaw ji bo parastina wan werin girtin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê giştînameyek bi jimareya/2/ derxistibû û naveroka wê ew e ku karkirina zarokan li gorî cureya xebatê ye, da ku xebitandina zarokan were bidawîkirin, bi taybet xebatên xeternak ku divê werin şopandin. Her wiha temenê kar ji bo zarokan li gorî çînan hate diyarkirin, her wiha li gorî giştînamyê banga perwerdekirina zarokan tê kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya Hesekê Xalid Cebir giştîname xwend û wiha tê de hate gotin:

"Li gorî civîna Nivîsgeha Parastina Zarokan a Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi Desteya Perwerde û Fêrkirin, Desteya Kar û Barên Civakî, Nivîsgeha Karên Qanûnî û Nivîsgeha Çapemeniyê re ku di 31.01.2021’an de têkildarî xebitandina zarokan hate lidarxistin, her wiha li gorî civîna Nivîsgeha Parastina Zarokan a Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi desteyên jinan, aborî, çandî û tenduristî re ku di 02.03.2021’an de li ser xebitandina zarokan, li gorî civînên nivîsgehên parastina zarokan a şaxî, her wiha li gorî peymanên navneteweyî bi taybet peymana navneteweyî ya mafên zarokan a 1989’an û li gorî berjewendiya zarokan û berjewendiya giştî, Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya Hesekê di giştînameyê de wiha got:

Xebitandina zarokan divê li gorî cureya xebatê û wiha ye:

1-Xebitandin xeternak û pir xetere ye:

Xebitandina zarokan li gorî van karên li jêrê xeternak e:

-Karên kolandin û avahiyan ên ku pêdiviya wan bi kedeke mezin heye.

-Karên ku li cihên pir bilind tên kirin.

-Karên li cihên pir teng û jêrzemînan de dibin.

-Karên ku di binerdan de yan jî cihên germ û sar de dibin.

-Karên ku li herêmên şer an jî nêzî wan an jî zeviyên mayînan de dibin.

-Karên têkildarî bikaranîna madeyên kîmyawî yên xeternak hene.

-Karên barên giran.

-Parskirin.

2-Karên ku divê werin şopandin û dîsplînkirin:

-Karê bi malbat û xizman re.

-Karê li herêmên sînaî.

-Karê li dikanên bazirganî.

-Karê li kargehan.

-Karê çandiniyê yê şînkayî û sewalvanî.

3-Karên erênî:

-Karê softwarê, çêkirina komputer û telefonên berîkan.

-Karên li nivîsgeh, dikanên çapkirinê, destxet û wênexêziyê.

-Karê li dermanxaneyan.

-Karê li nivîsgehên wergeriyê.

2-Li gorî çînan sala karkirina zarokan wiha ye:

1-Qedexe ye zarok kêmî 10 saliyê bixebite.

2-Zarokên di navbera 10-15 saliyê de dikarin li gorî van şertan bixebitin:

a-Divê cureyê kar ne karên xeternak û pir xetere be.

b-Divê ji aliyê dê û bavê zarokan ve were erêkirin.

-Divê ji aliyê Nivîsgeha Parastina Zarokan ve were erêkirin.

d-Divê raporeke tenduristî ji komîteya taybet de hebe ku rewşa tenduristî ya zarok were zelalkirin û Nivîsgeha Parastina Zarokan erê kiribe.

c-Divê dema kar ne di demên xwendinê be.

ç-Saetên kar 5 saet in û saetek jî navber be.

ê-Bi carekê nabe zarok bi şev bixebitin.

 

3-Zarokên di navbera 15-18 saliyê de li gorî van şertan dikarin bixebitin:

a-Divê îsbatek li ser derbaskirina 15 saliyê yanî bawernameyeke bidawîkirina merheleya xwendina îcbarî hebe.

b-Divê zarok di karên xeternak û pir xetere de nexebitin.

c-Divê rojane dema kar 6 saetan derbas neke û saetek jî navber be.

d-Bi carekê nabe zarok bi şev bixebitin.

3-Mercên ku divê zarok bixebitin:

1-Divê xwediyê kar ku zarokê kêmî 18 saliyê dixebite, karteke nasînê çêke, da ku were îsbatkirin ku li gel wî dixebite yan li gel wî perwerde dibe û wêneyê zarok li ser be. Lê divê wê kartê ji Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser de wergire û her sal nû bike.

2-Divê zarok di rojên betlaneyên hefteyê û betlaneyên fermî de neyên xebitandin.

3-Ji erka xwediyên kar ew e ku zarok bi ewle vegerîne mal.

4-Divê beriya zarok bixebite, testeke tenduristî jê re were çêkirin, da ku tenduristiya wî were misogerkirin û da ku were piştrastkirin ku ew dikare bixebite yan na û herî kêm salane jî jê re were çêkirin.

5-Xwediyê kar neçar e ku zarok ji ziyanên bendenî û derûnî yên di dema kar de biparêze.

6-Divê xwediyê kar tevahî pêdiviyên tenduristî, aştiya pîşeyî, perwerdekirina zarokan li ser bikaranîna wan, dabînkirina mercên tenduristî di dema belavbûna pandemiyan de, peyda bike.

4-Pabendî:

1-Tevahî deste û nivîsgehên Meclisa Rêveber û Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pabendî naveroka giştînameyê ne.

2-Divê tevahî aliyên ku perspektîfên hundirîn li gorî berjewendiyên xwezaya kar derdixin li gorî naveroka giştînameya xebitandin û kar zarokan tev bigerin.

3-Tevahî deste û rêveberiyên xweser û sivîl pêngavên ku di vî warî de pêk anîne rakin Hevserokatiya Meclisa Rêveber.

4-Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de tevahî tedbîrên ku ji deste, rêveberiyên xweser û sivîl de yên girêdayî vê yekê de girtine, dişopîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1aEWAFKno0s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>