Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza rakirina tecrîdê û bikaranîna mafên bingehîn, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan
30 adar, 2021   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo rakirina tecrîda li ser muwekîlê wan û mafên bingehîn bên bikaranîn, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan.

Di serlêdanê de bal kişandin ser bikaranîna mafên bingehîn û azadiyê û ev hate gotin: “Divê şertên girtina muwekîlê me li ber çavan bê girtin, tavilê divê mafên bingehîn û azadiyê bên pêkanîn, divê hemû gilî û daxwazên me yên der barê binpêkirinên mafên mirovan û îşkenceya li dijî qanûnê de li ber çavan bên girtin.”

Parêzeran daxwazên xwe wiha rêz kirin:

 “Divê parêzer, malbat û wasîs biçin hevdîtinê bikin.

Astengiyên li pêşiya parêzeran a xwe gihandina dosyayan bên rakirin, divê pêwîstiyên parêzer û temsîl bên bicihanîn.

Pêkanîna mafê telefonê li gorî hiqûqê.

Astengiyên pêşiya nivîsînê bên rakirin, şertên şandin û girtina nameyan bên pêşxistin.”