​​​​​​​Rojnameyên erebî: Qeter hewl dide bandore li rêveberiya Biden bike

Rojnameyên erebî yên îro behsa siyaseta Ewropa li hemberî Sûriyê û siyasetên Qeterê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Qeter hewl dide bandore li rêveberiya Biden bike
30 adar, 2021   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

'AVAKIRINA SÛRIYÊ GIRÊDAYÎ GUHERTINA ŞÊWAZÊ REJÎMÊ YE'

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Komîserê bilind ê kar û barên derve û ewlehiyê di YE`yê de Josep Borrell diyar kir ku beriya behsa lidarxistina kongreya avakirina Sûriyê û rakirina cezayan bê kirin, pêwîst e şêwazê rejîma Sûriyê di aliyên hundirîn û derve bê guhertin.

Sûriye carek din bi du bûyeran vegeriya sere lîsteya ajandeyên navneteweyî: ya yekmîn serokatiya wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî re ya duh li New Yorkê hatibû lidarxistin, da ku mijara alîkariyên mirovî bi rêya sînor û bi nêzîkbûna bidawîbûna biryara 11`ê Tîrmehê re bikeve rojevê. Ya duyemîn jî wê duh û îro kongreyek ji bo kesên alîkariyan didin li Brukselê tê lidarxistin. Borrell got bi rêya kongreyê hewl didin piştgiriya xurt pêşkêş bikin da ku li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî (2254) bighêjin çareseriyeke siyasî û mayîna Sûriyê di destpêka ajindeyên navneteweyî de, misoger bikin.

Armanc ji kongreyê ew e ku zêdetirî 10 milyar dolar ji gelê Sûriyê yên li hundir û welatên cîran re peyda bibe. Borrell diyar kir ku YE`yê ji destpêka aloziya Sûriyê ji beriya 10 salan ve 25 milyar euro pêşkêş kiriye.

 ‘QETER LI DORA BIDEN DIZIVIRE DA KU BANDORÊ LI SIYASETÊN ROJHILATA NAVÎN BIKE’

Girêdayî siyasetên Qeterê rojnameya El-Ereb wiha got: “Balyozxaneya Qeterê erkdarkirina kesan ku despêka salê dest pê kiriye, dewam dike û girîngiyê dide şêwirmendên nêzî serokê Amerîkayê Jeo Biden.”

Balyozxaneyê di destpêka Adarê de Mike McKay yê ji koma “EmpireConsulting Group”, her wiha Willisbrandon Garrett ji bo temsîlkirina Qeterê li Washingtonê, li hemberî 40 hezar dolar mehane erkdar kir.

 (bx)