​​​​​​​'Partiyên Iraqê destûra bingehîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin'

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nibo diyar kir  ku hikumeta Iraqê li siyasetên xwe yên li ser Şengalê, destûra xwe bin pê dike û got:"Destûra Iraqê bi serê xwe ketiye destên hin partiyên Iraqê ku ji bo ajandeyên xwe bi kar tînin."

​​​​​​​'Partiyên Iraqê destûra bingehîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin'
30 adar, 2021   00:41
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumetên Iraq û Hewlêrê peymanek têkildarî kontrolkirina Şengalê û valakirina navendên Asayîşa Êzidxanê mohr kir. Hikumetên têkildarî vê peymanê nêrîna gelê Şenglê negirt.

Gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişan li dijî Şengalê berdewam dikin. Hikumeta Iraqê muhleta heta 1`ê Nîsana bê da Asayîşa Şengalê da ku navendên xwe vala bike. Ev plan û gefxwarin  tevde bi xwestekên Erdogan têne kirin, ji  lew re civaka Êzidî li hemberî van peymanan bertek nîşan da û hewl didn xwe ji qirkirinê biparêzin.

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nibo got: "Wekî ku ji cîhanê re diyar e ku civaka Êzidî di pêvajoya dîrokê de bi civaka herî zêde bi fermanan re rû bi rû maye, her tim bûye aramnca dagirkerên her çar parçeyên Kurdistanê ji Şengalê bigire û bi Efrînê û parçeyên din."

ꞌDAGIRKIRINA ŞENGALÊ JI ALIYÊ DAIŞ`Ê VE BI ALÎKARIYA HIKUMETÊN IRAQ Û HEWLÊR BÛꞌ

Mistefa Nibo destnîşan kir ku bûyerên niha bi serê êzidiyên tê kirin berdewamkirina van fermanan e û wiha pê de çû:"Ji fermana 3`yê Tebaxa 2014`an ve DAIŞ`iyên terorîst bi awayekî hovane derbasbî çiyayê Şengalê bûn û dest bi qetilkirin, revandin û wêrankirina mezargehên êzdiyan kirin. Di wê demê de û wekî ku cîhan tev de dizane, hikumetên Iraq û Hewlêrê parastina êzidiyan nekirin, lê belê derdora 12 hezar pêşmergeyên ku îdiaya parastina Şengalê dikirin, ji kêliya destpêka ya êrişên DAIŞ`yê ve ji Şengalê vekişiyan û gelê Şengalê bi êrişan re rû bi rû hiştin."

Mistefa Nibo diyar kir ku ji roja destpêkê ya êrişan ve Yekîneyên Parastina Gel destwerdan kirin û bi sed hezaran kesên ku hindik mabû di  nava destên DAIŞ`ê de bimînin, rizgar kirin.

Nibo bi domdarî got: "Şengaliyan xwe di nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê de bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ava kirin da ku êzidxanê biparêzin. Bi vî rengî li hemberî DAIŞ`ê bi ser ketin, ji lew re tişta ku DAIŞ`ê  bi rêya fermanan nekarî bike, diyar e ku îro hin alî hewl didin bi rêya peymanan van fermanan berdewam bikin.

ꞌLI ŞENGALÊ DEWLETA TIRK FERMANDAR DIKIR ARMANCꞌ

Nibo di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku dijminê kurdan her tim hewl didin hebûna dîrokî ya kurdan li ser erda bav û kalan tune bikin û wiha domand:" Dewleta Tirk balafirên bê pilot şand û şehîd Zekî Şengalî kir armanc ku ji bo êzidiyan sembolek bû, her wiha Zerdeşt Şengalî ji damezrînerên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bû, kir armanc."

ꞌPARTIYÊN IRAQÎ DESTÛRAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR TÎNINꞌ

Mistefa Nibo bang li hikumeta Iraqê kir ku destekê bide rêveberiya Şengalê, li dijî wê nesekine û neke armanc û wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev rêveberî li gorî destûra Iraqê hatiye avakirin, lê destûra iraqî ketiye destên hin partiyên Iraqê ku destûrê ji bo berjewendiyên xwe danîye."

Nibo di berdewamiya gotina xwe de ev pirs kir:"Îro çi wateya hebûna zêdetirî 15 hezar hêzên Heşid El-Şabî yên li Rebîa û Beac ên li ser sînorê Şengalê ye?  Ger wateya tiştekî bide jî, ji xwe ew nîşaneya parçekirina hin aliyên Şengalê ye, da ku bixin bin kontola xwe."

Mistefa Nibo ev yek li gotina xwe zêde kir: "Em dixwazin xaleke girîng bi bîr bixin; piştî peymana di navbera hikumetên Iraq û Hewlêr de, nema dihêlin ku penaberên li kampan vegerin herêmên xwe. Em wekî êzidiyan piştrast dikin ku em ê li hemberî komployên ku civaka êzidî dike armanc, bisekinin, di heman demê de em ê piştgiriya birayên xwe yên li Şengalê bikin û destekê bidin Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê."

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nibo di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û li hemberî van komployên ku dixwazin vî gelî bikin armanc û hebûna wan tune bikin, bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o-T6NFdVEm8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>