Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 3’yemîn de dewam dike

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAİŞ`ê hatibû destpêkirin di roja 3’yemîn de didome.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 3’yemîn de dewam dike
30 adar, 2021   04:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona ku li Kamapa Holê di bin navê Mirovî û Ewlehiyê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakur Rojhilatê Sûriyê û bi desteka QSD, YPG û YPJ ve hatibû destpêkirin di roja 3’yemîn de dewam dike.

Di her du rojên destpêkê yên operasyonê de di nav de 5 kesên payebilind ên çeteyên DAİŞ’ê, gelek çete hatin girtin. Her wiha tunelek ku ji aliyê çeteyan ve hatibû kolandin hate dîtin, gelek cilên leşkerî, leptop û telefon jî ji aliyên hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin.

Di her du rojên destpêkê de operasyon di beşa yekem a kampê de çêbû. Operasyon wê  îro di beşa duyem de bidome.

Tê payîn ku di derbarê operasyona ku 2 roj li pey xwe hişt de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve daxuyaniyek berfireh ji çapemeniyê re were parvekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R5gC7EmSXUg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>