`Darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê li dijî qanûnên navneteweyî ye`

Jinên siyasetmedar diyar kirin ku darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê li dijî qanûnên navneteweyî ye û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberê rexne kir.

`Darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê li dijî qanûnên navneteweyî ye`
30 adar, 2021   03:05
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Desthilata Tirkiyê beriya çend rojan cezayê mubetê li jina ciwan a Kurd Çîçek Kobanê birî ku komên çeteyên dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî sala 2019`an de ew dîl girtibû.

Jinên siyasetmedar ev sûc wek bi binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî bi nav kirin û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî binpêkirina mafên mirovan rexne kir.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Bêrîvan Hesen bal kişand ser nerazîbûna raya kurdî ji bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî birîna cezayê mubetê li Çîçek Kobanê û got: “Çîçek Kobanê mîna jinên ciwan ên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst çek rakir. Di nava koma Heyva Sor a Kurd de bû û di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Girê Spî de hevalên xwe yên birîndar derman dikirin. Ev karê wê bû.”

Bêrîvan wiha domand: “Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Girê Spî de gelek şervan hatin girtin. Ev yek di dîmenên ku li ser malperên civakî de ji aliyê çeteyan ve hatin belavkirin xuya bû. Ev yek gelek pirs didin pêş gelo civaka navneteweyî ev dîmen nedîtin? Gelo binpêkirinên mafên mirovan û yên li dijî mirovahiyê nedîtin?”

Her wiha Bêrîvan pirsî: “Di dîmenan de dema Çîçek Kobanê dîl digirtin her tim gotina `Serjêkirin` berz dikin. Gelo mirov çawa dikare bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê yekê şîrove bike? Çîçek bi Koalîsyona Navneteweyî re şerê DAIŞ`ê kir. Gelo helwesta wê li hemberî vê biryara dadegehkirinê çi ye?”

Bêrîvan da xuyakirin ku Çîçek Kobanê xwedî nasnameya sûrî ye û li ser axa Sûriyê ji bo parastina gel û axa xwe şer kir, ji aliyê çeteyên terorîst ve dîl hat girtin û wiha berdewam kir: “Gelo çima radestî desthilatên Tirkiyê hat kirin? Çima li Tirkiyê tê darizandin? Ev li djî tevahiya qanûnên navneteweyî ye.”

Bêrîvan di dawiyê de bang li saziyên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku helwesteke cidî li hemberî binpêkirinên li dijî mafên mirovan, nexasim helwesta xwe li hemberî darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê nîşan bidin.

`DARIZANDINA ÇÎÇEK KOBANÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN`

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gulistan Etê têkildarî heman mijarê wiha axivî: “Darizandina Çîçek di tu qanûnan de nayê qebûlkirin. Ji ber ku li ser axa Sûriyê dema axa xwe diparast dîl hat girtin. Di radeya yekemîn de wê erkeke mirovî û tenduristî pêk dianî.”

Gulistan Etê wiha pê de çû: “Mafê dewleta Tirk a dagirker tune ye ku welatiyên sûrî darizîne, çawa cezayê mubetê li keçeke sûrî ku li ser axa Sûriyê dîl hatiye girtin, bibire.”

Gulistan xuya kir ku darizandina Çîçek, kîn û nefreta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nîşan dide ku digihêje bi hezaran salan û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Çîçek Kobanê di saziyeke tenduristiyê de ji bo dermankirina hevalên xwe li eniyan, kar dikir.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gulistan Etê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku mudaxele bikin û erkên xwe yên exlaqî bînin cih û ev cezayê dermirovî betal bikin.

(şx)

ANHA