Li Efrînê  komên çete bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrîn ê dagirkirî, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi hev ketin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên sivîl hene.

Li Efrînê  komên çete bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
29 adar, 2021   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêma Efrînê dane, vê êvarê di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û çeteyên Sultan Murat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de li taxa Mehmûdiyê ya li hember Dibistana Sînaa li navenda kantona Efrînê ya dagirkirî, şer çêbû.

Li gorî heman çavkanî, di encama şer de, kuştî û gelek birîndarên sivîl hene û rakirin nexweşxaneyê.

Heta niha hejmara birîndaran û sedema şer nehatin zanîn.

(fr)

ANHA