Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol berdewam e

Bi navê ''Qirdik û Qeşmer'' îro şanoyek li ser dikeya Mîhîrcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol ya Şanoyê hate pêşandan.

Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol berdewam e
Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol berdewam e
Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol berdewam e
Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol berdewam e
Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol berdewam e
29 adar, 2021   18:16
QAMIŞLO

Bi diruşma "Qêrîna Waşûkanî" Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê bi pêşandana şanoyên ku ji hêla komîteya temaşevan ve jî hatine hilbijartin, li ser dikeya şanoyê ya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo berdewam e.

Şanoya ku îro hatiye pêşandan, bi navê "Qirdik û Qeşmer" bû, derhênerê şanoyê Hisên Yûsif e, nivîskar Şanoya Çiya ye û lîstokvanên şanoyê koma Ava Mezin a ji herêma Dêrik e. Naveroka şanoyê li ser nakokiya kesayetên civakî yên idîaya safîbûn û dilnizmiyê dikin, lê di rastiyê de nizanin li çi digerin.

Ev şano di navbera du kesên sereke de ye, ew jî Qirdik ê ku xîtabî Qeşmer dike û hewl dide wî îqna bike ku ji rêbazê kenê rizgar bibe.

Şano bi çend gotinên şêxên ku bi hestiyariya olî ya mirovan dilîzin, da ku civakê bi dest bixin, xîtab dike, her wiha balê dikişîne li rastiya derew ya ku hin idîaya wê dikin, mîna çawa kur bi bavê xwe dikene. Her wiha bala gel dikişîne ser nebaweriya di navbera ferdên civakê de.

Di dawiyê de Qirdik û Qeşmer digihînin baweriyekê ku tu wateya jiyana wan di nava vê civakê de tune ye û piştre biryar didin ku jiyana xwe bixin xizmeta gel û welatê xwe. Ew jî bi rêya têkoşîna di navbera tevgerên rizgariyê, da ku gelê xwe rizgar bikin.

Lê piştî demeke kurt ji tevlêbûna wan li nava tevgera azadiyê û di hemleyekê ji hemleyên parastina welat de, her du têdigihîjin ku eşqa rasteqîn, eşqa welat e.

Piştî pêşandana şanoyê, derî li pêş rexnegiran hate vekirin, da ku nêrînên xwe li ser şanoyê bidin. Hin rexnegiran destnîşan kir ku divê naveroka şanoyê li gorî ol û mezheban were hilbijartin, li gel wê jî divê ronahî û muzîk li gorî naveroka şanoyê be.

Sibe, dê şanoya "Derî" ya ji nivîsandina Nîzar Nîzariyan û derhêner Abdulcabir Hebîb were pêşandan.

Mîhrîcana 5’emîn a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê dê heta 6’ê Nîsana berdewam bike.

(fr)

ANHA