Li Bexdayê civînek ji bo lûtkeya sêalî ya Iraq, Misir û Urdinê hat lidarxistin

Wezîrên karên derve yên Iraq, Misir û Urdinê civînek li Bexdayê ji bo amadekariya lûtkeya sêalî li dar xist, ew civîn di çarçoveya makanîzmeya hevkariya di navbera her sê dewletan de pêk hat û tê payîn di dema pêş de li dar bikeve.

Li Bexdayê civînek ji bo lûtkeya sêalî ya Iraq, Misir û Urdinê hat lidarxistin
29 adar, 2021   17:23
NAVENDA NÛҪEYAN

Di civînê de, rêbazên hevkariya aborî di çarçoveya projeya rojhilata nû de ku her sê dewlet israr dikin, ava bikin, hate nîqaşkirin.

Hevkariya sêalî ya di navbera Bexda, Uman û Qahîrayê de ji bo ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî û qiralê Urdinê Abdullah El-Sanî li hev bicivin.

(dm)