Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn

Li Kobanê, Eyn Îsa û bajarê Qamişloyê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan semîner û çalakî hatin lidarxistin.

Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
Li 3 bajaran bi boneya rojbûna rêbertî semîner hatin dayîn
29 adar, 2021   16:25
KOBANÊ

Kongreya Star a herêma Firat bi dirûşma ʺBimire dagirkerî û bijî berxwedan" bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan ҫalakiyek orgenîz kir.

Ҫalakî li bajarokê Taşlok ê girêdayî navҫeya Şeran a kantona Kobanê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Koordînesyona Kongreya Star a herêma Firat Majîde Hesûn der barê jiyana rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ji bo mafên jinan de axivî.

/ar/uploads/files/2021/03/29/140150_salh-nwh.webp

Hevseokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navҫeya Şeran Salih Nûh rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got:" Di rojbûna rêbertî de rojek nû  hat."

Salih Nûh got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û mafên gelên bindest, komunîstên şoreşger nas kirin û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ava kir. Îro jî hêzên hegemon ji projeya wî ditirsin, ji ber wê yekê jî komployek mezin li dijî wî pêk anîn da ku agir şoreşê vemrînin. Lê rêber Abdullah Ocalan zîndana Îmralî veguhest zanîngehek û hemû planên wan têk birin. Tevahî gelê me bi saya fikirê rêbertî tê dikoşe. Ji ber vê yekê jî divê ew rêya wî bişopînin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yS0Rt_p5cBs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Nuh di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd hemû rêbaz bi kar anîn, lê tevahî rêbazên wê têk çûn, mîna ku li Garê têk çû. Nuh bang li CPT'ê kir ku erka xwe ya li hemberî rêbertî û mafên wî yên rewa bi cih bîne.

Piştî axaftinan kesên amade guhdarî dengê rêber Abdullah Ocalan kirin ku li ser ҫawaniya pêkanîna jiyanek azad û hevbeş û avakirina civakeke azad û wekheviya her du zayendan dike.

Ҫalakî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî yên komên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî bû.

EYN ÎSA

Kongreya Star û Meclisa kantona Girê Spî bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan semînerek li dar xist, tê de besha merheleyên têkoşînê yên ku rêbertî tê re derbas bûne, hat kirin.

Semîner li hola civînan, bi beşdariya bi dehan ji endamên komîte, saziyên meclisên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî hate organîzekirin.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Komîteya Lihevanînê ya kantona Girê Spî Fedîle Mihemed peyama rêber Abdullah Ocalan a li ser berxwedana rêbertî di girtîgehê de û têkoşîna wî ya li dijî fikirên kapîtalîstê yên li dijî gelan, xwend.

Dûvre Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo li ser jiyana rêber Ocalan ji zarokatiyê heta bi damezrandina fikireya rizgariyê de axivî û wiha got: "Rêber Ocalan bi rizgarkirina gelê xwe ji bindestiya ku dewleta Tirk li dijî wî dimeşîne, bawer kir û di têkoşîna xwe de banga  lidarxistina diyalogê û qebûlkirina gelên dîtir kir, her wiha banga pêkanîna biratiya gelan a di navbera tevahî pêkhate û gelan û têkoşîna fikireya desthilatê kir."

Sebrî Nebo behsa destpêkirina damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir û got bi jidayikbûna rêber Ocalan re aştiya li dijî desthilatê ji dayik bû.

Tê payîn ku rêzesemînerên mîna vê li tevahî bajarok û navçeyên Girê Spî werin dayîn.

QAMIŞLO

Bi heman boneyê Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi diruşma "Rojbûna we barbanga azadiya gelan e" semînerek li Hola Seyran da.

Semîner bi amadebûna bi dehan şêniyan, di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî ji aliyê Endamê Komîteya Azadiya Reber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilata Sûriyê Elî Welat ve hate dayîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, sînevîzyonek li ser têkoşîna rêbertî hate pêşandan.

Elî Welat axivî, di destpêkê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza têkoşînê û şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî da.

Welat behsa kesayeta rêber Ocalan kir û got:" Rêbertî ji zaroketiya xwe ve bi fikir û kesayeta xwe cuda ye, cîhan tevahî vê rastiyê nas dike, ji ber ku rêbertî bû parêzvanê tevahî gelên azadîxwaz û wî tevahî gel azad kir û gelek şoreşger û têkoşer ava kir".

Welat diyar kir ku rêber Ocalan ji kesekî dest pê kir û îro bi milyonan gel li seranserî cîhanê li ser fikir û felsefeya wî dimeşin.

Welat piştrast kir ku hemû  dewletên kaptelîst beşdarî komployê ku li dijî rêber Ocalan pêk hatiye, bûn ji ber vê yekê jî divê gel der barê van siyaset û komployan xwedî helwest bin .

Endamê Komîteya Azadiya Reber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilata Sûriyê Elî Welat axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Parastina ax û welat ne tenê erka hêzên leşkerî ye, lê belê para mezin li ser milê gel e, ji ber ku tevgera azadiyê li ser rêgeza gelê şoreşger dest pê kir û îro jî divê ev rêgez a herî bi hêz di nava gelên Rojava de ye, divê em di hemû aliyan de amade bin."

(dm/fr)

ANHA