Li Minbicê şanoyek bi navê "Kun" hate pêşandan

Koma Minbicê ya Şanoyê şanoyek bi navê "Kun" ku li ser zulma desthilatan a li dijî gel, pêşanda.

Li Minbicê şanoyek bi navê "Kun" hate pêşandan
Li Minbicê şanoyek bi navê "Kun" hate pêşandan
Li Minbicê şanoyek bi navê "Kun" hate pêşandan
Li Minbicê şanoyek bi navê "Kun" hate pêşandan
29 adar, 2021   15:13
MINBIC

Koma Minbicê ya Şanoyê şanoyek bi navê "Kun" ku balê dikişîne ser zulma desthilatan a li dijî gel pêşanda. Amadekariyên şanoyê 3 mehan dewam kir.

Di dema pêşandana şanoyê de endamên saziyên sivîl ên Minbic û gundewarên wê, endamên saziyên jinan amade bûn. Şano li ser dikeya Çand û Hunerê ya rojavayê bajêr hate pêşandan.

/ar/uploads/files/2021/03/29/134942_mhmd-qbrtay.webp

Piştî deqeya rêzgirtin, Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarên wê Mihemed Qebirtay axivî û got, taybetmendiyeke cuda ya şanoyê heye, hunereke girîng e û cihê wê bilind e. Ji bo girîngiya wê, bi navê bavê huneran hatiye binavkirin.

Qebirtay wiha domand: "Gotinek heye, em her tim di xebata şanoyê de dibêjin; nan û şanoyê bide min, ez ê gelekî rewşenbîr bidim te. Her wiha gelê Sûriyê di dema şer de pir azad dîtin û hîna jî dibîne."

Dûvre şanoyê ya li ser zulma desthilatan û hewldana wan a qedexekirina gel ji rewşenbîrtiyê û lêkolîna zanînê, hate pêşandan û dema 40 deqe bû.

(fr)

ANHA