ꞌRojbûna rêber Abdullah Ocalan rojeke nû yeꞌ

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, semînerek organize kir. Di semînerê de hate gotin, rojbûna rêbertî ji bo mirovahiyê rojeke nû ye.

ꞌRojbûna rêber Abdullah Ocalan rojeke nû yeꞌ
29 adar, 2021   15:08
HESEKÊ

Semîner li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyê civakê sivîl û endamên hêzên leşkerî hate dayîn.

Semînerê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê  kir, piştre endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Sozdar Efrîn axivî û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li rêbertî, li têkoşerên di girtîgehan de û li malbatên şehîdan pîroz kir.

Sozdar Efrîn da zanîn ku rojbûna rêbertî ji bo mirovahiyê rojeke nû ye ku ew jî roja avakirina cîhan û dîrokê ye û got: "Bi xwendina parêzname û analîzên rêbertî yên ku ji bo hemû gelan nivîsandiye, em rojane bi rêber Abdullah Ocalan re dijîn."

Sozdar Efrîn destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan li ser axa Mozopotamyayê ku bi xêr û bêra xwe dewlemend e  ji dayîk bûye û ev yek lê zêdê kir: "Ev erdnîgarî bi dîroka şaristaniya xwe û ola xwe ya bi hezaran sal tê  naskirin û rêber Ocalan der barê vê erdnîgariyê lêkolîn kir û ji me re di parêznameyên xwe de kom kir."

Sozdar Efrîn da zanîn ku doza jinan ji zaroktiyê ve bala rêber Abdullah Ocalan kişand, ji lew re gelek pirs li  cem rêbertî çêkir hişt ku lê li ser lêkolîn bike.

Sozdar Efrîn di  berdewamiya axaftina xwe de ev yek rêz kir:"Şoreşa yekemîn a rêbertî bi birayê wî re, derketina ji malê û derbasbûna dibistanê dest pê kir."

Sozdar Efrîn bi domdarî got:"Dema rêbertî cara yekemîn ket girtîgehê, nas kir ku Kurdistan dagirkirî ye û bi vê yekê dest bi têkoşîna rizgarkirina Kurdistanê kir. Dema ku ji girtîgehê derket bi hin kesan re civiya ji wan Kemal Pîr û bi tevlêbûna jinan kom çêkirin."

Sozdar destnîşan kir ku civak bêy beşdariya jinan felc dimîne, ji lew re rêber Abdullah Ocalan di parêzname û fikirê xwe de girîngiyeke mezin da jinan.

Sozdar Efrîn îşaret bi demên ku rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, kir û got: "Ev yek gaveke girîng e û dendika yekemîn a ku Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser ava kir."

Sozdar da zanîn ku Şoreşa Rojava ne ji 2012`an ve dest pê kir, lê belê ji dema fikirê rêber Abdullah Ocalan derket. Her wiha banga parastin û pêşxistina destkeftiyên ku bi saya fikirê rêbertî hatin bidestxistin kir.

Endama Rêveber a Kongreya Star Sozdar Efrîn di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan banga  xurtkirina têkoşîn û berxwedanê kir.

(eh)

ANHA