Li Helebê salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin

Cîgira serokê Partiya Sûriya Pêşerojê di şahiya salvegera damezarandina partiyê de got, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê Rûsya tiştek nekir û li ser hesabên gelê Sûriyê peymanan îmze dike, her wiha diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê ji  bo aloziyê projeyeke siyasî, neteweyî sûrî pêk tîne.

Li Helebê salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
29 adar, 2021   14:23
HELEB

Bi dirûşmeya"Bi hev re ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ve"  îro Partiya Sûriya Pêşerojê  bi boneya salvegera 3'yemîn a damezrandina partiyê şahiyek li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar xist.

Şahî li pêşiya navenda partiyê ya li taxê bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyê, nûnerên partiyên siyasî, meclis û saziyên li taxê hate lidarxistin.

Cihê şahiyê bi wêneyên şehîdan, şehîdên Partiya Sûriyê Pêşerojê û alên partiyê hate xemilandin. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir piştre cîgira Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Merwa Qiwênlî axivî.

Merwa got, aloziya Sûriyê ji ber destwerdanên herêmî û naveteweyî dewam dike, piştî ku hêzên herêmî û navneteweyî hin aliyên muxalefetê li gorî berjewendiyên xwe yên taybet di qada Sûriyê de bi çek kirin.

Merwa destnîşan kir ku destwerdana Rûsyayê ya ji aloziya leşkerî re jî ku ji Cotmeha 2015`an ve ye, tu çareseriyên siyasî bi xwe re neanî, lê belê alozî kûr kir û got, Rûsya li gorî berjewendiyên xwe yên li Sûriyê tev geriya û li ser hesabên gelê Sûriyê peyman îmze kir.

Cîgira seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Merwa Qiwênlî diyar kir ku civînên wekî Astana û Soçiyê tenê ji bo parvekirina serweriyan li Sûriyê  ye, nexasim peymanên  li ser Heleb, Xûta,  Kefreya û Fewaa ku bi dewleta Tirk re îmezar kir.  Merwa Qiwênelî got, di encamên lihevkirinên ku di van civînana de hate kirin, dewleta Tirk herêmên wekî Carablus, Bab, Ezaz, Efrînê û herî dawî jî bajarên Serêkaniyê û GIrê Spî dagir kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/29/123534_2020-3-29-sahi-ji-bo-biranina-3-yemin-ya-partiya-suriye-peseroj-28329.webp

Merwa Qiwênelî got Partiya Sûriya Pêşerojê her çi qasî di demên zor û zehmet de hate avakirin jî, lê belê gavên avêt û ji bo çareseriya aloziyê jî projeyeke siyasî, neteweyî û sûrî pêşniyar kir û bi van xalan dawî li gotina xwe anî: "Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo vê çareseriyê hemû  pêkhate tev li kir, di dawiyê de damezrandina partiya me ya li Reqayê beriya rojekê paytexta çeteyên DAIŞ`ê bû bi serê xwe li ser asta neteweyî sûrî xwedî nîşaneyên siyasî ye."

Şahî bi stranên şoreşgerî û govendan bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4TlQRFCBVRA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>