Erebistana Siûdî hewlana qaçaxçîtiya hebên hişbirê ku ji Tirkiyê dihat asteng kir

Erebistana Siûdî hewldana qaçaxçîtiya zêdetirî 1,3 milyon hebên "Captagon" ên hişbirê ku ji dewleta Tirk dihatin têk bir û kesên ku heb werdigirin, girtin.

Erebistana Siûdî hewlana qaçaxçîtiya hebên hişbirê ku ji Tirkiyê dihat asteng kir
29 adar, 2021   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Gumrikê ya Erebistana Siûdî ragihand ku hewldana qaçaxçîtiya zêdetirî 1,3 milyon hebên ''Captagonê''ku ji dewleta Tirk ve dihatin, têk bir.

Girêdayî mijarê, rojnameya "Sabq" da zanîn ku gumrika Erebistana Siûdî li perava Ceda hewldana qaçaxçîtiya milyonek û 323 hezaran hebên Captagon têk bir.

Rojnameyê li ser zimanê wekîlê Desteya Giştî ya Gumrikê ya Kar û Barên Ewlehiyê ya Erebistana Siûdî Mihemed Neîm wiha daxuyand: "Agahî hatin bidestxistin ku hebên Captagon  ji perava Iskenderonê ya Tirkiyê ber bi Siûdiyê ve tên. Lê dema hate keşfkirin, ew hejmara hebên Captagonê hatin dîtin ku di nava hiriya ebayê de hatiye veşartin û dirûtin."

(fr)