Bi wêne..Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî malan talan dikin û dişewitînin

Çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî got, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker piştî malên sivîlên Kurd ên li gundê Yabîse dizîn, vegerandina nuqteyên leşkerî.

Bi wêne..Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî malan talan dikin û dişewitînin
Bi wêne..Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî malan talan dikin û dişewitînin
Bi wêne..Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî malan talan dikin û dişewitînin
Bi wêne..Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî malan talan dikin û dişewitînin
29 adar, 2021   13:32
EYN ÎSA

Di wêneyên bi destketine de diyar dibe ku malên li gundê Yabîse yê girêdayî kantona Girê Spî piştî ku hatin dizîn, hatine şewitandin.

Heman çavkanî ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker alên xwe li ser malên dîtir hildane û vegerandine baregehên leşkerî.

Her wiha zêdetirî hezar û 500 şênî ji gund hatine koçberkirin, mal û milkên wan hatine desteserkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gund kiriye nûqteyên leşkerî.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrişa 9’ê Cotmeha 2019’an bajarê Girê Spî dagir kir.

(fr)

ANHA