Ciwanekî li navçeya Til Rifetê bi mayina çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da

Koçberê ji Efrînê Cûma Feyed îro li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bi mayineke çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da.

Ciwanekî li navçeya Til Rifetê bi mayina çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da
29 adar, 2021   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi koçberê efrînî yê bi navê Cûma Feyed ve teqiye ku li navçeya Til Rifetê dimîne. Di encamê de Cûma Feyad jiyana xwe ji dest da.

Cûma Feyed (19) ji gundê Vêrganê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.

Ji ber bermahiyên çeteyan, heta niha gelek welatiyên li kantona Şehbayê dimînin jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.

(cx)

ANHA