Mezlûm Ebdî dîsa bang li welatên biyanî kir ku welatiyên xwe vegerînin

Mezlûm Ebdî dîsa bang li welatên biyanî kir ku welatiyên xwe vegerînin û destekdayîna mirovî ji bo kampa Holê zêdetir bikin.

Mezlûm Ebdî dîsa bang li welatên biyanî kir ku welatiyên xwe vegerînin
29 adar, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek bi zimanê îngilîzî parve kir û wiha got:

“Hêzên me ji bo girtina sûcdarên DAIŞ’ê û parastina sivîlan, li kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin.

Em careke din bang li welatên biyanî dikin ku welatiyên xwe vegerînin û ji bo başkirina rewşa li kampê û îstiqrarê, destekdayîna mirovî ji bo kampa Holê zêdetir bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku duhHêzên Ewlekariya Hundirîn tevî QSD, YPG û YPJ`ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê (45 km li rojhilatê Hesekê) bi navê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ operasyoneke berfireh dabû destpêkirin.

(cx)

ANHA