Rojnameyên erebî: Îsraîl ji ber nexistina El-Esed poşman bûye

Berpirsên Îsraîlê got nexistina serokê Sûriyê Beşar El-Esed şaşiyeke stratejîk û mezin e ku xizmeta Îranê kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîl ji ber nexistina El-Esed poşman bûye
29 adar, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa daxuyaniyên ji Îsraîlê yên têkildarî “şaşiya ku El-Esed nexistine”, aloziya siyasî ya li Lubnanê û zehmetiyên ku rastî hikumeta Lîbyayê tên, kir.

‘WEZÎREKÎ ÎSRAÎLÊ: NEXISTINA EL-ESED ŞAŞIYEKE STRATEJÎK E’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Wezîrekî Îsraîlê got alîgirên serokê Sûriyê Beşar El-Esed di rêveberiya Îsraîlê de li dijî dijberên wî bi ser ketin. Nexistina rejîma wî şaşiyeke stratejîk û mezin e ku xizmeta Îranê dike û temenê wî didin.

Her wiha wezîrê îsraîlî di axaftina xwe de behsa nîqaşên hişk ku bi rêveberiya sîstema leşkerî, ewlehî û siyasî ya Îsraîlê re pêk hat, kir û got derketina şer bi Sûriyê re dê ji bo xistina rejîma Beşar El-Esed be.”

‘PIRSGIRÊKÊN ARTÊŞA LUBNANÊ ZÊDE DIBIN’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb behsa zehmetiyên ku rastî artêşa Lubnanê tê û metirsiyên ji xista wê kir û wiha got: "Artêşa Lubnanê di gelek eniyan de rastî zehmetiyan tê. Ji ber wê jî metirsiyên gelê Lubnanê û civaka navneteweyî ji ketina wê hene. Nexasim ku ew pêşniyara dawîn e ku nehêle Lubnan derbasî tevliheviyeke ewlehî bibe.

Li Lubnanê binketineke diravî, aborî û felckirina hikumetê heye. Her wiha siyasetmedar jî nikarin hikumeta nû ava bikin.”

‘NEXŞERÊYA LÎBYAYÊ; HILBIJARTIN, BERJEWENDÎ Û DERXISTINA ÇETEYAN’

Di vê derbarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Hilbijartin, berjewendiyên nîştimanî û derxistina hêzên biyanî û çeteyan, her sê sernavên berbiçav ên zehmetiyên hikumeta Lîbyayê ya nû ne. Aliyên hundirîn û derve rîhanê li ser rasthatina wan dikin ku li gorî wê meclisa serokatiyê û Hikumeta Yekitiya Nîştimanî hatin avakirin û pêkanîna wan di nava nexşerêyê de heye ku civaka navneteweyî biryara wê daye.

Li Lîbyayê bi giştî erê dikin ku her sê dosya girêdayî hev in. Hilbijartin bêyî berjewendî û berjewendî jî bêyî derxistina hêzên biyanî û çeteyan tune ye. Pêwîstiya hilbijartinan bi rewabûna civakî bi giştî heye ku ne bi rastbûnê be di dema serwriya qanûnî û çavdêriyê û di çarçoveya hevgirtina civakî de, beşdarbûna baş ji aliyê hemû aliyên siyasî ve, nexwasim hilbijartinên serokatiyê ku pêwîstî pê heye ku dewlet serweriya xwe li ser hemû xakê ferz bike.”

(bx)