Li Holê Kesekî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû birîndarkirin, rakirin nexweşxaneyê

Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de kesekî ku berê ji aliye çeteyên DAÎŞ`ê ve hatibû birîndarkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.

Li Holê Kesekî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû birîndarkirin, rakirin nexweşxaneyê
29 adar, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev 2 roj in li Kampa Holê operasyona Mirovî û Ewlehiyê daye despêkirin. Di operasyonê de kesekî ku berê di nav kampê de rastî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê hatibû û birîndar bûbû, hat dîtin.

Hêzên Ewlehiyê ji bo dermankirinê ew şandin nexweşxaneyê.

Kesê Iraqî ku di êrîşa çeteyan de birîndar bûbû, got ku ew rastî êrîşa çekdarî hatiye. Kesê birîndar got ku ew bi çend guleyan hatiye birîndarkirin û diyar kir ku di heman êrîşê de 2 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/14GJ1ARTvD4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>