Di operasyona li Kampa Holê de tuneleke veşartî hate dîtin

Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de, tuneleke veşartî di nava kampê de hate dîtin.

Di operasyona li Kampa Holê de tuneleke veşartî hate dîtin
29 adar, 2021   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hêzên QSD, YPG û YPJ'ê destekê didinê, ji bo paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ'ê di roja duyemîn de dewam dike.

Li hundirê kampê tuneleke veşartî hate dîtin. Di roja duyemîn de jî gelek gumanbarên ku bi çeteyan re têkiliyên xwe hene, hatin destgîrkirin. 

Li gel tunelê, her wiha cilên leşkerî yên ji aliyê çeteyan ve hatine veşartin jî, hatin desteserkirin. Di dema lêgerînê de gelek laptop û telefon jî hatin desteserkirin.

Her wiha di roja duyemîn a operasyonê de, gelek gumanbar hatin binçavkirin û operasyon li beşa yekemîn didome. Tê payîn ku operasyon çend rojan dewam bike.

ANHA