Bi îrade û berxwedana ji Rêbertî girtine têkoşîna xwe didomînin

Bi vîn û berxwedana ku ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan girtine, çalakvanan nameyek dan cîhanê ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê têkoşînê dewam bikin.

Bi îrade û berxwedana ji Rêbertî girtine têkoşîna xwe didomînin
29 adar, 2021   07:46
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Siyasetên ku hikumeta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, hêrsa gelên Bakur û Rojhilata Suriyê zêde dike. Li ser wê yekê bi hezaran dadikevin qadan, wê siyasetê şermezar dikin û banga bidawîkirina tecrîdkirina rêber Ocalan û hevdîtina pê re dikin.

Ji wan çalakiyan, çalakiya konvedanê ku Kongreya Star di navbera 24 û 28’ê Adarê de li parka li hemberî komîseriya NY`yê ya Qamişloyê pêk hat. Bi wê çalakiyê xwestin nameyekê bidin ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Şandeyên ji pêkhateyên navҫeyên kantona Qamişloyê ên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî ҫalakiya konvedanê bûn. Tevî sermaya dijwar jî her roj şandeyan berê xwe dida cihê çalakiyê.

Di çalakiyên konvedanê de, semînerên li ser girîngiya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi zimanên kurdî û erebî hatin dayîn, bijîşkên di Komîteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilata Sûriyê de li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan axivîn û hiqûqnas li ser binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve axivîn. Her wiha nirxandinên rêber Abdullah Ocalan hatin guhdarîkirin.

ꞌAZADIYA REBERTÎ AZADIYA ME YEꞌ

Ji jinên ku beşdarî ҫalakiya konvedanê bûne Emşa Hisên a ji navçeya Ҫilaxa ye. Emşe teqez kir ku heta rewşa tendirustî ya rêber Abdullah Ocalan neyê eşkerekirin û parêzer hevdîtinê pê re nekin, dê jin ranewestin û wiha domand: “Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye. Em ê heta dawiyê ji bo wî li ber xwe bidin.”

Hale Faris a ji pêkhateya Ereb jî der barê armanca wan ji çalakiya konvedanê de wiha axivî: “Em dixwazin yekser bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin da ku em rewşa wî nas bikin. Rêber Ocalan ji bo hemû pêkhateyan bûye rêber.”

Mehmet Ocalan di 25 ‘ê Adarê de li Serdozgeriya Rihayê peywendiya telefonê bi birayê xwe rêber Abdullah Ocalan re danîbû û piştî çend deqeyan telefon hatibû birîn. Vê yekê metirsiyên şêniyên herêmê li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zêde kirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QkHe-QCcrLE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>