Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir

Keldaniyên li bajarê Dêrikê îro cejna Yekşema Palmiyan li Dêra Mar Circis pîroz kir.

Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir
Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir
Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir
Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir
Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir
Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir
Keldanên Dêrikê cejna Yekşema Palmiyan pîroz kir
28 adar, 2021   13:19
QAMIŞLO

Keldanên Dêrikê îro berê xwe da Dêra Mar Circis ji bo cejna Yekşema Palmiyan pîroz bikin. Ev roj wek roja ku Îsa pêxember ketiye bajarê Qudsê, tê zanîn.

Rê û resmên pîrozbahiyê bi duayên olî dest pê kir. Keşeyê Dêra Mar Circis a Dêrikê Cemîl Yeşûî beyt gotin û kesên beşdar li pişt wî dubare kirin.

Darên palm û çiqilên zeytûnê li beşdarên merasîmê hatin belavkirin, ji ber ku şêniyên Qudsê bi pelên darên palmê Îsa pêxember pêşwazî kiriye.

Pel û şaxên darên palmê ji bo Keldanan nîşaneya serkeftinê ne. Her wiha pelên zeytûnê nîşaneya aştiyê ye. Her wiha zarok cilên spî li xwe dikin ku ev yek jî nîşaneyeke aştiyê ye.

Ji aliyekî din ve, Koma Mertelîn gelek dua û beyt di pîrozbahiyê de gotin û piştre bi gotinên taybet bi cejnê, li kolanên bajêr geriyan.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vfH75sudvV0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>