Gelê Şengalê: Heke hûn dîsa guh nedin me û hûn ê gelê Şengalê li hember xwe bibînin

Bi hezaran şengalî li dijî plana tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê meşiyan. Şengaliyan got “Timî rêbaza me diyalog bûye û niha jî em li ser heman rêbazê ne. Lê eger hûn dîsa guh nedin me û bixwazin bi zorê ferz bikin, hûn ê gelê Şengalê li hember xwe bibînin.”

Gelê Şengalê: Heke hûn dîsa guh nedin me û hûn ê gelê Şengalê li hember xwe bibînin
28 adar, 2021   13:06
 ŞENGAL

Îro bi hezaran kes li Şengalê li dijî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên Parastina Şengalê meşiyan. Meşa ku li ber avahiya Laleş a navenda Şengalê destpê kir heya Yermûkê dewam kir. Bi navê meşvanên êzidî kesayetê naskirî yê Şengalê Şêx Cemîl Derwêş daxuyaniya bi zimanê Erebî hatibû amadekirin xwend.

Li gorî nûçeya Rojnewsê di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek şênî û pêkhateyên Şengalê peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin, red dikin û ev peyam hate dayîn: “Wekî şênî û pêkhateyên Şengalê careke din em bi vê xwepêşandanê helwesta xwe li hemberî peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a di navbera hikumeta Kazimî û PDK`ê de hatibû îmzekirin, eşkere dikin. Em bi tu awayî vê peymanê qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê de careke din berpirsên fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an hate bibîr xistin û ev tişt hate gotin: “Em careke din bi bîr dixin ku yê Şengal bi qirkirin û êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst re ên 3`ê Tebaxa 2014`an re rû bi rû hiştin, dû rûtiya siyaseta Bexda û Hewlêrê ya li hemberî Şengalê ye. Madeya (140) yek ji wan sedemane ku em rûberûyê çeteyên DAIŞ’ê werin û gel bê parastin bimîne, Şengal radestê DAIŞ’ê hate kirin. Ji ber paşguhkirin, xemsariya we ya li hemberî Şengalê xelkê me hatin qetilkirin, serê wan hate jêkirin, jin hatin revandin, koçber bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, eger niha êzidî ji qirkirinê rizgar bibin, diencama berxwedan û israra gel de bûye û wiha dirêjî bi daxuyaniyê tê dayîn: “Yên ku planên çeteyên DAIŞ`ê ya ji bo qirkirna Êzîidyan bi temamî vala derxist, berxwedan û israra xelkê Şengalê bû. Di encama hewldanên me de Şengal hîn jî weke parçeyeke Iraqê maye. Lê tevî vê yekê jî bi hezaran jin û zarok hatin revandin, li bazaran hatin firotin, xelk hatin koçber kirin, zarokên me li ser fikrên tundrew hatin perwerdekirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin û gelek perestgeh û cihên me yên pîroz hatin teqandin. Lê bi sedan keç û xortên me ji bo parastina Şengalê xwe fedakirin.”

‘EM RÊVEBERIYA BERÊ QEBÛL NAKIN’

Di daxuyaniya gelê Şengalê de siyaseta Hewlêr û Bexdayê ya li beramber êzidiyan hat bibîrxistin û wiha dewam kir: “Hemû tiştên ku hatin serê me di encama xemsariya hikûmetên Bexda û Hewlêrê de çêbûn. Beriya fermanê şêniyên Şengalê beşdarê rêveberiyê û hêzên ewlekariyê ne hatin kirin. Rêveberî li gorî berjewendiyên partiyan û şexsan hatibû avakirin. Wisa xuya dike niha jî hûn dixwazin, bi heman şêweyê wê rêvebeirya berê ya siyasî dûbare bikin. Nîşaneya vê jî peymana ku we bêyî girtina nêrîna gelê Şengalê îmze kiriye ye.”

Her wiha Şêx Cemîl Derwêş di dewama daxuyaniyê de got: “Hûn bi vê peymanê dixwazin jehrê bidin me. Em baş dizanin ku ev peyman dê xizmetê ji yekîtiya Iraqê û berjewendiya gelên Iraqê re neke, berovajî dê serweriya hêzên herêmî û ajandeyên derve li Iraqê xurttir bike. Her wiha evê bikeve bin xizmeta berjewendiyên şexsî û PDK, Tirkiye, bermahî û hevalbendên DAIŞ’ê.”

‘PEYMANA XIYANETÊ’

Şêx Cemîl Derwêş yê bi navê gelê Şengalê daxuyanî xwend diyar kir wan heya niha timî zimanê diyalogê esas girtiye û vê peyamê da hikûmeta Iraqê ya Kazimî: “Tevî ku hûn guh nadin denge gelên Şengalê û li gel ku siyaseta ku hûn dişopînin şaş e jî, me heya niha timî rêbaza diyalogê hilbijartiye. Me ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan proje pêşkêş kirin, we guh dida, lê di pratîk de ti gav ne diavêt. Piştre jî hûn li gorî berjewendiyên xwe û hevkarên xwe tevgeriyan. Ji bo parastina êzidiyan û pêkhateyên din ên Şengalê, we tenê gavek jî rast neavêt, we ti garantî ne da me.”

Şêx Cemîl Derwêş dazanîn ew weke gelê Şengalê vê peymana Bexda-Hewlêrê weke peymana xiyanetê bi nav dikin.

Kesayetê naskirî yê êzidî Şêx Cemîl careke din daxwazên gelê Şengalê rêz kir û got: “Çareseriyên ku me pêşkêş kirine, ji bo mayîndekirina aramî û îstiqrarêye. Ji bo vegera koçberane, peydakirina kesên hatine revandinin. Em dixwazin hûn rêz li îrade, nêrîna gel û fedekariyên ku kirine, bigrin. Parastina Şengalê ji bo parastina yekîitya Iraqê û serweriya wê girînge. Ev dê bihêle hemû pêkhate û neteweyên din ên Iraqê bihevre bijîn.”

Şêx Cemîl bi navê meşvanan banga, “Bi dengekî ji yê berê bilindtir, em bang li hikumeta Kazimî dikin û dibêjin, ku gefên we dê nehêlin em dest ji mafên xwe berdin û gav bi paşve biavêjin. Ger hûn bixwazin vê peymanê  bi zorê li ser me ferz bikin, hunê Şenglaê li hember xwe bibînin.”

‘SEBRA ME NEMAYE’

Şêx Cemîl diyar kir êdî sebra êzidiyan li beramber van tehdît û dorpêçan nemaye û ji kazimî xwest ku bi berpirsyarane tev bigere û got: “Heke rewş bi vî rengî dewam bike, pirsgirêka ku derkeve hûnê berpirsiyar bin.”

Kesayetê êzidî Şêx Cemîl bi navê hemû meşvanên Şengalê careke din banga hestiyariyê û berpirsyariyê li hêzên Şîe yên li Iraqê, hêzên Kurdistanê û saziyên navnetewî kir û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Di dawiyê de em bang li hemû pêkhateyên Şengalê dikin ku li hemberî vê peymanê xwedî helwest bin. Em bang li lêvegera Şîe, alî û hêzên Iraqê yên resen, aliyên kurdistanî yên azad, hemû rêxistin û saziyên civaka sivîl û aliyên navneteweyî yên peywendîdar dikin ku li beramber doza Şengalê xwedî biryar û helwestên çarenûssaz bin.”

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/F1WJLixEhCE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>