Salvegera 3`yemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehbayê hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera 3`yemîn a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê şahiyek bi dirûşmeya"Bi hev re ber bi Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavend ve" li hola Mîtan a Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hate lidarxistin.

 Salvegera 3`yemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehbayê hate pîrozkirin
 Salvegera 3`yemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehbayê hate pîrozkirin
 Salvegera 3`yemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehbayê hate pîrozkirin
 Salvegera 3`yemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehbayê hate pîrozkirin
 Salvegera 3`yemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehbayê hate pîrozkirin
 Salvegera 3`yemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehbayê hate pîrozkirin
28 adar, 2021   14:20
ŞEHBA

Bi beşdariya bi dehan şêniyên herêma Efrînê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîran û herêmê yên li kantona Şehbayê, Partiya Sûriya Pêşerojê şahiya salvegera 3`yemîn a damezrandina partiyê li dar xist.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Mihemed Reşîd salvegera 3`yemîn a damezrandina partiyê pîroz kir û hemû şehîdên azadiyê û şehîdên endamên partiyê bi bîr anîn.

Mihemed Reşîd di nava axaftina xwe de diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê berpisyarî û berjewendiyên gelê Sûriyê bi hemû netewe û olên xwe esas digire, da ku projeyeke neteweyî nenavendî ava bike û valahiya siyasî ya heyî were dagirtin.

Mihemed Reşîd bi domdarî got:"Me di kongreyê xwe yê duyemîn de meclis ava kirin û têkiliyên xwe bi derve re çêkirin û di salvegera 3`yemîn a damezrandina partiyê de me berpirsyariya xurtkirina bernameyê partiya xwe ya di çarçoveya civaka sûrî de, misogerkirina têgeha demokrasiyê, tevlêbûn û li gorî fikirê şehîdên xwe kesên din qebûl bikin, girtine ser xwe."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn û Şehbayê Mihemed Reşîd di dawiya axaftina xwe de got:"Ji bo xurtkirina biratiya gelan û avakirina welatekî demokrat û azad, berdêl çi dibe bila bibe, em wekî kadroyên partiyê, rêveber û endam soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Di şahiyê de endama partiyê Xezalê Elo rêziknameya partiyê xwend.

Di şahiyê de komên dîlan û stran ên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Şehbayê berhemên xwe yên ji kelepûra gelê Ereb û Kurd pêşkêş kirin. Di dawiya şahiyê de helbestvan Elî El-Selama, Nîroz Hisên, Încîn Henan, Ismet Ilyas û Mihemed Weys helbest xwendin.

Konên dîlan û stranên folklorî yên erebî û kurdî yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Şehbayê berhemên xwe pêşkêş kirin. Di dawiya şahiyê de helbestvan Elî Selama, Nîroz Hisên, Anjîn Henan, Îsmet Îlyas û Mihemed Weys helbest xwendin.

(eh)

ANHA