li Dêrazorê 3 buyarên kuştina sivîlan

Kesên nenas dermanfiroşek di hindurê dermanxaneya wî de kuştin û welatiyek sivîl li bajarokê Zîban kuşt. Her wiha kesên nenas welatiyek sivîl û hevjîna wî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê birînadar kirin.

li Dêrazorê 3 buyarên kuştina sivîlan
28 adar, 2021   09:48
DÊRAZOR

Kesên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn dermanfiroş Etiyê Elî El-Fecrî di dermanxaneya wî ya li nêzî Kevana Siwêdan a rojhilatê Dêrazorê de kuşt. Piştî ku kuştin û reviyan gotinên wekî "Dewleta Îslamî wê bimîne" digotin.

Hat zanîn ku dermanfiroş Etiyê şêniyê êla El-Şiwêt a gundê Ebû Herdûb e.

Her wiha kesên nenas ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, ciwanê bi navê Ebûd Mihehmed El-Yûsif ku ji gundê El-Hemdan koçber bûye, gulebaran kir û kuşt.

Di encama gulebaranê de El-Yûsêf jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve, duh kesên nenas ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, li bajarokê Hecîn ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hemwelatiyê bi navê Iwêd El-Neîre yê 48 salî hedef girtin.

Her wiha erebeya wî guleberan kirin, di encamê de Iwêd û hevjîna xwe bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyekê.

Ev cara duyemîn ku kesên nenas hewl didin Iwêd dikin hedef.

(dx)

ANHA