Li Qamişlo dê "Kilînîkên Gel" sibe bikevin xizmetê

Piştî ku saziyên civaka sivîl tevahî kilîk û alavên pêwîst amade kirin, Kilînîkên Gel ên li Qamişlo dê sibe bikevin xizmetê.

Li Qamişlo dê "Kilînîkên Gel" sibe bikevin xizmetê
Li Qamişlo dê "Kilînîkên Gel" sibe bikevin xizmetê
Li Qamişlo dê "Kilînîkên Gel" sibe bikevin xizmetê
Li Qamişlo dê "Kilînîkên Gel" sibe bikevin xizmetê
27 adar, 2021   14:06
QAMIŞLO

Ji ber pêdiviya tenduristî û bihabûna lêçûnên dermankirinê û bi hewldana sivikirina bar li ser welatiyan, yekitiyên girêdayî saziyên civaka sivîl "Kilînîkên Gel" li Qamişlo amade kirin.

Amadekariyên vekirina kilînîkan 6 mehan dom kirin, di kilînîkan de 60 bijîşkên pispor ên tevahî beşan, dermanxane, testên tenduristiyê, beşa radyolojiyê û beşa nûjdariyên biçûk hene.

Kilînkên Gel dê sibe bikevin xizmetê. Lêçûna dermankirina li van kilîkan bi rêjeya ji sedî 50 ji kilînîkên tenduristî yên giştî kêmtir e. Kilînk dê rojane 8 saetan vekirî bin. Lêçûna dermanên li dermanxane û testên li laboratuarê werin çêkirin û beşa radyolojiyê ya li kilînîkan dê ji sedî 15 kêmtirî navendên taybet be.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Kilînîkên Gel Abdulezîz Abdurehman wiha got: "Piştî ku me kilînîk ji tevahî pêwîstiyan ji derman û avalên werin bikaranîn mîna Echo, odeya ambulancê û alavên guncaw ên kilînîkên dentalê amade kirin, dê sibe Kilînîkên Gel werin vekirin."

DÊ 8 SAETAN NEXWEŞAN PÊŞWAZÎ BIKE

Abdurehman da zanîn ku dê kilînîk rojane 8 saetan ji saet 08:00 sibehê heta bi 14:00'an  nexweşan pêşwaz bike.

Abdurehman diyar kir ku dê di kilînîkan de  90 kadroyên tenduristiyê ji jibijîşk, hemîşre, pîşesaz û rêveber bixebitin.

Abdurehman wiha gotina xwe bi dawî kir: "Kilînîkên Gel ji bo xizmeta gel hat amadekirin. Ji ber ku pêdiviya gel bi wan kilînîkan hebû, her wiha da ku barên lêçûnên tenduristiyê li ser wan sivik bikin."

(fr)

ANHA