QSD`ê bi navbeykariya Rûsyayê cenazeyên çeteyan radestî artêşa Tirk kir

QSD`ê bi navbeynkariya hêzên Rûsyayê, cenazeyên leşkerên artêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê yên ku şerên li Eyn Îsayê de hate kuştin, radestî hêzên Tirkiyê kirin.

QSD`ê bi navbeykariya Rûsyayê cenazeyên çeteyan radestî artêşa Tirk kir
27 adar, 2021   14:21
EYN ÎSA

Li gorî qanûnên şer ên qada navneteweyî, QSD`ê rê da hêzên Tirkiyê ku cenazeyên çeteyên ku di encama êrişên li dijî Eyn Îsayê yên di navbera 18 û 20`ê Adarê de, hatin kuştin bibin.

Radestkirina cenazeyan îro li herêmê bi navbeykariya hêzên Rûsyayê pêk hat.

/ar/uploads/files/2021/03/27/134332_b0dd6fc6-0a79-4fa4-b815-7f3f1fed9dd8.webp

QSD`ê beriya niha ragihandibû ku gelek cenazeyên komên çeteyan hîn jî di bin kontrola hêzên wan ên li derdora navçeya Eyn Îsayê de ne.

QSD'ê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di navbera 18 û 20'ê Adarê de yên li dijî gundên Seyda û Mielek ên Eyn Îsayê dan. Di encamê de 37 çete hatin kuştin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aTZiLHrc_Dk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>