Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Hêzên me ji bo parastina gel amade ne

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Zinar Elo diyar kir ku duh hêzên wan êrişeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bir û got piştî ku çete şikestin, gundê El-Derdara topbaran kir. Her wiha tekez kir ku ew ji bo parastina herêmê amade ne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Hêzên me ji bo parastina gel amade ne
27 adar, 2021   11:58
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Li gundê El-Derdara yê bakurê navçeya Til Temirê duh çeteyên Artêşa Nîştimaî ya Sûriyê ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker êriş pêk anîn û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da û êrişa wan têk bir.

Piştî ku êrişa li ser gundê El-Derdara hate têkbirin, hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li pey çeteyan ketin heta gundê El-Rîhaniyê yê di bin serweriya çeteyan de û li wir şer li derdora gund qewimî. Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş kir û gundê El-Derdara topbaran kir.

Têkildarî êrişên ku duh qewimîn, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Zinar Elo ji ANHA`yê re wiha axivî: "Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê El-Derdara kir. Me wek hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê erka xwe pêk anî, bersiva êrişê da û kuştiyên wan çêbûn û zerar gihaşt çekên wan."

Zinar Elo wiha domand: "Şerê dijwar di navbera hêzên me û çeteyan de rû da. Me bersiva êrişê da û em li pey wan ketin heta gundê El-Rîhaniyê ku di bin serweriya wan de ye."

3 ÇETE HATIN KUŞTIN

Zinar Elo destnîşan kir ku zêdetirî 3 çete hatin kuştin her wiha erebeyeke leşkerî ku doçka li ser bû, hate teqandin.

Her wiha hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê miqdarek ji çekên sivik ku çeteyên dewleta Tirk li pey xwe hiştibûn, desteser kirin.

Zinar Elo wiha pê de çû: "Piştî ku çete nikarîbûn pêşde biçin, gundê El-Derdara bi çekên giran û topan ji baregehên xwe yên li gundê Menax, Qasimiyê û gundê El-Ezîziyê, topbaran kir.”

Zinar Elo di dawiyê de tekez kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dê parastina herêmê û gelê wê bidomînin.

Çeteyan roja pêncşema borî êrişî gundewarên başûrê rojavayê Til Temirê kiribû û di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de, êrişa çeteyan têk çûbû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8ibqUpEHGTw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>