Li Dêrazorê 9 çekdarên Dîfa El-Wetenî birîndar bûn

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ku şaneyên DAIŞ'ê xwe lê bi cih kirine, di encama teqînekê de 9 çekdarên Dîfa El-Wetenî yên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li Dêrazorê 9 çekdarên Dîfa El-Wetenî birîndar bûn
27 adar, 2021   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li çolistana El-Meyadîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi mayinekê karwaneke çekdarên Dîfa El-Wetenî hate hedefgirin, di encamê de 9 çekdarên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê birîndar bûn.

SOHR'ê têkildarî mijarê, duh ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê nuqteyên çolistana Iqêrbat a gundewarên rojhilatê Hemayê hedef girt. Di encamê de 7 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Hejmara ziyanên mirovî yên hêzên hikumeta Şamê yên ji 24'ê Adara 2019'an heya roja îro ku di êriş û teqînên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Dêrazor, Reqa, Humis û Siwêdayê de hatine kuştin, gihaşt hezar û 369 çekdaran, ji wan 2 kes ji Rûsyayê ne û 149 kes jî ji komên alîgirên Îranê ne.

(dx)

ANHA