Tirkiyê hewl dide destekdayîneke Ewropî ji bo veguhastina çeteyan li Efrînê, bigire

SOHR’ê diyar kir ku qaşo Îtîlafa Sûrî bi fermanên ji dewleta Tirk a dagirker hewl dide desteka ewropî ji bo avakirina projeyan li Efrîna dagirkirî, peyda bike ku guhartina demografî tesbît bike.

Tirkiyê hewl dide destekdayîneke Ewropî ji bo veguhastina çeteyan li Efrînê, bigire
27 adar, 2021   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji herêma Efrînê ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) re ragihand ku çeteyên bi navê Îtîlafa Sûrî û bi xwesteka dewleta Tirk piştî ku piraniya şêniyên wê koçber kir, hewl dide destekdayîneke ewropî peyda bike da ku projeyên avakirinê û bazirganiyê li herêma Efrînê ava bikin ku guhertina demografî xurt bikin.

Li gorî SOHR’ê, armanca Îtîlafê ku koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê vegerînin Efrînê û wan li şûna niştecihên wê yên resen ku hatine koçberkirin, bi cih bike.

SOHR’ê diyar kir ku hewldanên Îtîlafê ku desteka ewropî bigire heta van kêliyan bi bin ketiye.

Dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên sûrî di salên borî de hin tedbîr girtin ku nasnameya herêmên Sûriyê yên dagirkirî weke Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, biguhêrin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker niştecihên herêmên dagirkirî bi darê zorê koçber kirin, û li şûna wan bi hezeran çete û malbatên wan bi taybet Turkem bi cih kirin, demografiya wan herêman guherandin. Ala dewleta Tirk rakir, pereyên Tirkiyê ferz kir û nasnameyên Tirk ji wan re derdixe.

(bx)