Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyê hedef girt

Balafirên şer ên Rûsyayê nêzî 30 êriş li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê pêk anîn.

Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyê hedef girt
27 adar, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê ji duh bi şev ve, nêzî 30 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê, pêk anîn.

Têkildarî mijarê, hêzên hikumeta Şamê li çolistana Hema, Hums û Reqayê heya sînorên  parêzgeha Helebê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon da destpêkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê duh nêzî 12 caran nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sexne rojhilatê Humsê, bombebaran kir.

SOHR'ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê duh baregehên hêzên hikumeta Şamê li çolistana Iqêrbat ya gundewarên rojhilatê Hemayê, hedef girt û di encama êrişê de 7 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Bi vî awayî hejmara ziyanên mirovî yên hêzên hikumeta Şamê yên ji 24'ê Adara 2019'an heya roja îro ku di êriş û teqînên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Dêrazor, Reqa, Humis û Siwêdayê de  hatine kuştin, gihaşt hezar û 369 çekdaran, ji wan 2 kes ji Rûsyayê ne û 149 kes jî ji komên alîgirên Îranê ne.

(dx)

ANHA