‘Di kesayeta rêber Ocalan de gelên Rojhilata Navîn dadgeh dikin’

Beşdarên çalakiya konvedanê got dewleta Tirk a dagirker di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de gelên Rojhilata Navîn dadgeh dike û zelalnekirina rewşa rêber Ocalan wek kiryareke terorî pênase kir.

‘Di kesayeta rêber Ocalan de gelên Rojhilata Navîn dadgeh dikin’
‘Di kesayeta rêber Ocalan de gelên Rojhilata Navîn dadgeh dikin’
‘Di kesayeta rêber Ocalan de gelên Rojhilata Navîn dadgeh dikin’
27 adar, 2021   10:59
QAMIŞLO

Îro şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa tev li çalakiya konvedanê bûn ku ji aliyê Kongreya Star ve li Parka Arî ya Qamişloyê tê lidarxistin.

Di çalakiyê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Pêşeroj Cewherî axivî û diyar kir ku dewletên desthildar li herêmê naxwazin guhertineke demokratîk çêbe û wiha domand: "Ji ber vê yekê gelek pirsgirêk li Sûriyê û Iraqê derdikevin û hîn jî pirsgirêk berdewam in.  Her wiha ji ber ku naxwazin tu guhertinekê bikin heta niha jî gelên herêmê êşê dikêşin."

Cewherî da xuyakirin ku ew hemû êş û azar ji bermahiyên dagirkeran li herêmê mane, her wiha dagirkeran çanda di navbera gelan de têk bir û wiha dewam kir: “Fikirên rêber Ocalan li ser bingehên çanda pêkhateyên herêmê hatiye avakirin."

Cewherî diyar kir ku hêzên komploger di kesayeta rêber Abdulah Ocalan de hewl didin gelên Rojhilata Navîn dadgeh dikin.

Piştre endamê meclisa navçeya Til Koçerê Newaf Xedan axivî û xuya kir ku ew bi yekdengî bi hemû pêkhateyên herêmê re kiryarên terorî yên dewleta Tirk ên li ser ne zelalnekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Endama Kongreya Star a navçeya Til Koçerê Emel Celûd jî axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza pêkanîna hevdîtina parêzeran bi rêber Ocalan kir.

Çalakiya konvedanê dê heta 28`ê Adarê dewam bike.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dsBr-0mrMsc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>