Gerîlayan bi coşa serkeftina Garê li Avaşînê Newroz pîroz kir

Gerîlayên azadiyê îsal li gelek deverên çiyayên Kurdistanê coşa serkeftinê Newroz pîroz kirin û gotin em ê bi rihê serkeftina Garê û Rêbertiya azad tevlî hemû çalakiyan bibin.  

Gerîlayan bi coşa serkeftina Garê li Avaşînê Newroz pîroz kir
26 adar, 2021   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG/YJA Starê li eyaleta Avaşînê ya Heremên Parastinê yên Medyayê jî bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. di dema pîrozbahiyê de ji fermandarên HPG’ê Sîpan Rojhilat axivî.

Fermandar Sîpan Rojhilat di axaftina xwe de got; ”Em bi moral û coşiya serfiraziya Garê Newroza 2021’an pîroz dikin. Berxwedan û serfiraziya ku li Garê li dijî operasyona artêşa Tirk derketî holê, reng û rihê Newroza 2021’an diyar kir. Em agirê Newrozê vê carê ji bo ku îsal bikin sala serfiraziyê û artêşa Tirk têk bibin pê dixin. Li çiyayên Kurdistanê, li zindana û hemû qadên ku têkoşîn lê dibe, gelê me û gerîla bi idîaya ku azadiya Rêbertî pêk bîne, pêşwazî dike. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî em ê bi rihê Newrozê tevlî hemû çalakiyan bibin û îdîaya xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.”

Gerîlayan jî di axaftinên xwe de Newroz li rêber Abdullah Ocalan, berxwedêrên zindanan û gel pîroz kir.

Gerîlayêan gotin Newroza 2021’an ji bo gerîlayan destpêka çalakiyan de, ew her Newrozê bi pêngavê pêşwazî dikin û gotin, ”Em ê bi rihê serfiraziyê ya Garê vê Newrozê pîroz bikin.”

Gerîlayan ber êvarê dest bi pîrozkirina Newrozê kirin û heta derengiya şevê bi tîlîliyan, govend gerandin, dirûşm berz kirin û heta meşa azadiyê Newroz pîroz kirin.